Akademîsyenê Kurd: Mesrûr Barzanî hewlên jinavbirina statuya Kurdistanê pûç kir!

Akademîsyenê Kurd: Mesrûr Barzanî hewlên jinavbirina statuya Kurdistanê pûç kir!

.

A+A-

Ji dawiya sala borî heta pesendkirina budceya Iraqa federal, hinek kes û aliyan hewl didan Bexda weke parêzgehên din li hember Herêma Kurdistanê tevbigere, lê ji ber rijdbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser parastina statuya Herêma Kurdistanê û çespandina mafên welatiyên Herêmê di budceya federalî de, duh projeyasaya budceyê, weke ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê bi Hikûmeta Federal a Iraqê re rêkeftin kiribû, hat pesendkirin.

Çavdêr û Şîrovekarê Siyasî Dr. Soran Berzincî li ser vê mijarê ji K24ê re diyar kir: “Yek ji destkeftên herî li ber çav û mezin ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku ti hinceteke siyasî û yasayî li ber destê hikûmeta Bexdayê û aliyên siyasî yên Iraqê nehiştiye, ku ji ber wê hinceta amadenebûna Kurdistanê ji bo rêkeftinê, dijayetiya Herêma Kurdistanê bikin.”

Dr. Soran Berzincî destnîşan kir: “Di mijara rêkeftina budceyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê him jîrane û him jî bi rijdbûn tevgeriya. Li aliyekî nedihişt hinceta dijayetîkirina Kurdistanê bide destê aliyên li dijî Kurdistanê û berjewendî û mafên gelê Kurdistanê, li aliyekî din jî nedihişt bi navê budce û para Herêma Kurdistanê, teslîmî wan ajendayan bibe ku dixwestin îrade bi ser Herêma Kurdistanê de bisepînin.”

Berzincî eşkere kir ku bi rêya vê rêkeftinê gelek ajendayên metirsîdar ên li dijî Herêma Kurdistanê hatin pûçkirin û ajendayên metirsîdar wiha rêz kir:

1 – Li ser asta Iraqê bi ti awayî rê li ber wê yekê nehat dayîn ku dosyeya petrol û çavkaniyên sirûştî radestî Bexdayê werin kirin û ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti aliyekî din nikare birêve bibe.

2 – Rê nehat dayîn ku mijara budceyê, bikin bedêla mijarên din ên weke nasname, pêgeha Kurdistanê ya li Iraqê, çarenûsa deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê û mijarên din ên netewî.

3 – Rê li ber wê yekê hat girtin ku yasaya Dadgeha Federalî plan danîbû ku li Iraqê wîlayeta feqîh çêbike û girêdana vê bi pesendkirian projeyasaya budceya Iraqê.

4 – Li ser asta navxweyî jî rêgirî li wê yekê hat kirin ku hinek alî zextê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û bi rêya wan zextan neçar bikin ku bi çi awayî dibe bila bibe, ligel Bexdayê li hev bikin.

5 – Bi heman şêwe, ew deng û hewl û ajendayên ku hewl didan parêzgehên Herêma Kurdistanê rasterast bi Iraqê re tevbigere, têk çûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji destpêka destbikarkirina weke Serokê Kabîneya Nehem a Hikûmetê, her dem hewl dida ligel Hikûmeta Federal a Iraqê li hev bikin û piştî destbikarkirinê rasterast serdana Bexdayê kir û destpêşxeriyek pêşkêşî Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir, da ku derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de li hev bikin, lê belê ji ber xwepêşandanan, Adil Ebdulmehdî dest ji kar kişand û hikûmet jî nekarî ti rêkeftinek ligel Herêma Kurdistanê îmze bike.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin