Akademîsyenê Kurd ji ber peyama 'Şoreşa Îlonê' û 'Kurdistanê' ji kar hat avêtin

Akademîsyenê Kurd ji ber peyama 'Şoreşa Îlonê' û 'Kurdistanê' ji kar hat avêtin

.

A+A-

Akademîsyenê Kurd, Hifzullah Kutum ku li Zanîngeha Firat a Xarpetê (Elezîz) kar dike û ji ber peyama “Şoreşa Îlonê, wêneyê Mele Mistefa Barzanî û Ala Kurdistanê” derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, ji kar hat dûrxistin.

Rektoriya Zanîngeha Firatê di daxuyaniyekê de ragihandiye, derbarê Hifzullah Kutum de bi tohmeta "propagandaya rêxistina terorê dike" lêpirsîn hat destpêkirin û ji kar hatiye dûrxistin.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê Kutum de li meqamên edlî serlêdana sûcê hatiye kirin.

Hifzullah Kutum li ser twittera xwe bertek nîşan da û diyar kir ku ev biryar siyasî ye û ne hiqûqî ye. Kutum nameya betalkirina Rektoriyê parve kir û got, "Ne ji ber hesasiyetên hiqûqî, ji ber fikarên siyasî ez ji kar hatim avêtin."

Akademîsyenê Kurd, Hifzullah Kutum her îro li ser twittera xwe di peyameke din de ragihandiye, piştî vê biryarê li ber odeya wî ya zanîngehê hejmareke kesên ne nas kom bûne û gef lê xwarine

Hifzullah Kutum wiha dibêje, “Li dibistanê kesên ku ez wan nas nakim hene. Û ew ne xwendekar in. Bi kêmanî ne xwendekarên ku ez nas dikim. Li ber deriyê min li bendê ne. Ez tiştekî tehdîdkar hîs dikim. Ger li ser min tehdîda şidetê hebe ez dê mafê xwe yê xweparastinê bi tevahî bikar bînim.”

Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dike, roja 14ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya torên civakî li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kir.

Piştî vê peyama li ser torên civakî, Serokê Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê derbarê Hifzullah Kutum de lêpirsîn dabû destpêkirin û wekîlê serokê wê peymangehê Prof. Dr. Kenan Peker nivîsek arasteyî Kutum kiribû û têde tekez kiribû ku di encama lêpirsînê de cezayê “hişyarî”yê li wî hatiye birîn.

Herwiha Wekîlê Serokê Zanîngeha Xarpetê ji akademîsyen Doç. Dr. Îzzet Taşar re ku proseya lêpirsînê birêve dibir, nivîsek şandibû û daxwaz kiribû ku lêpirsîna derbarê Hifzullah Kutum de di nava 30 rojan de bê temamkirin û pêşkêşî Serokatiya Peymangehê bê kirin.

Li ser vê yekê Doç. Dr. Îzzet Taşar roja 17ê Îlonê daxwaz ji Hifzullah Kutum kiribû ku di çarçova lêpirsînê de li jûra lîsansa bilind a serokatiya peymangehê amade bibe.

Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum li ser vê mijarê, di 31ê Cotmeha 2021an de ji Rûdawê re axivîbû û amaje bi wê kiribû ku heyameke dirêj e ew lêkolînan derbarê Kurdan de dike û hişmendiya Kurdî li gel wî pêş dikeve.

Hifzullah Kutum gotibû, “Ez kesek im ku karîgeriya Qazî Mihemed jî, Mele Mistefa Barzanî jî li ser min heye. Min bi boneya Şoreşa Îlonê li ser hesabên xwe yên Twitter, WhatsApp û Instagramê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama min de Ala Rengîn û Nemir Mele Mistefa Barzanî hebûn. Li bin jî min `Şoreşa Îlonê hemû Kurdan pîroz be, Bijî Kurdistan` nivîsand. Paşê jî Alî Sirri Yilmaz ku li zanîngehê wek ulkucu (grûpeke bi navê `Gurên Boz` ku ser bi MHPê ve ye) tê zanîn, ji min re got, `ez dê li dijî te li CIMERê giliyê tomar bikim` û li cem Serokê Peymangehê Kenan Peker, gilî li dijî min tomar kir. Piştre derbarê min de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn birêve çû, di encama wê lêpirsîna ku ji aliyê Îzzet Taşer ve hat kirin, cezayê `şermezarkirin`ê li min hat birîn.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin