Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ajenda Netewî û helwesta YNK-Goran!

A+A-

Başûrê Kurdistan ji her demê bêtir divêtîya wê bi avakirina stratejîyek netewî û hevpar heye. Pir gavên grîng ew gîhandîye encamek serkevtî. Mixabin divê ev serkevtinên ku hatine bidestxistin, di rewşek siyasî de, li ser esasên berjewendîyên Netewa Kurd û Kurdistan bên tomarkirin. Ji bona vê jî partî, rêxistin û sîyasetmedarên Başûrê Kurdistan, divê berjewendîyên Netew û niştiman derxin pêş û heta ku pirsgirêkên netewî û niştimanî çareser nebin, di vî warî de negihêjin asta serkevtinê, nikarin şerrê hukumranî ya hizbî derxin pêş. Ku welat û xaka azad tunebe, şerrê hukumranî ya siyasî jî tuneye.

Ji bona vê gava sereke; ewe ku bi hev re li ser astek netewî yekbûna xwe, wek mesajek bidin herêmê û hêzên navdewletî û li ajenda xwe a netewî xwedî derkevin. Bingeha referandûmê ava bikin û bi yek dest û yek dengî derkevin pêşberî hukûmeta Bexda û dozdarê serxwebûna kurd û Kurdistan bin.

YNK û Tevgera Goran, mîna gur û rovî bi PDK re dilîzin. Hin bêyî PDK nikarin tiştekî bikin û hin jî bi PDK re nêzîkî çareserkirina pirsgirêkan nabin. Lê zerara vê lîstikê Netewa Kurd û Kurdistan dide.

Di navbera YNK û Tevgera Goran de jî nebawerî, lîstik û xapandin ji siyasetê re bûye bingeh û bûye ahlaqekî rewa. YNK, hin dixwaze Tevgera Goran bike derece ji xwe re ku li cem PDK cîhê xwe biqîmet çêke û naxwaze ji ber Tevgera Goran û Noşîrvan Mistefa PDK wenda bike. Goran jî bingeha navbazinê hukumranîyê wenda kirîye. Li Başûrê Kurdistan Tevgera Goran sebebê qeyrana siyasî bi xwe ye. Bi karesatên li henber PDK, Tevgera Goran wenda kirîye û bi saya serê YNK dixwaze carek din xwînê bistîne.   Bi hawayekî eşkere YNK ji bona berjewendîyên hizbî bikar tîne ku carek din xwe bi riya YNK, têxe nav bazinê hukumranîyê.

Mixabin herdû hêz jî di vî warî de bi dû fêhlan ketine û bi hev re ne durustin. Li çareya ku hevdû bi çi haweyî bikar bînin digerin. Lê zerar û xirameta vê tevdigerînê Netewa Kurd û Kurdistan dide.

Firaqsiyonên di nav YNK de; li henber têkiliyên YNK û Tevgera Goran ku bi Bexda û Nûrî El Malikî re ne jî, mixabin di vî warî de jî bêdengin. Hin baskên Reformxwaz û hin jî baskê jidestçûyî çav berdane helwesta PDK û Tevgera Goran û bêdengîya xwe didomîn in. Herkes ji bargeha xwe li  serkevtinên PDK yên herêmê û têkilîyên navdewletî temaşe dike, xwe nêzî hevparîya van serkevtinan jî nake. Ji dêlva ku perçe perçe xuya bikin û bibin sebebên wendakirinan, çi ji destê wan tê dikin. Di meşandina siyaseta netewî de ev bêdengî, di vê dema hesas de zerarê dide.

Ji ber ku di bingehê de baskê reform û baskê jidestçûyî yên YNKê bûne du beş.  Wate berî du bûn, niha bûne çar û heryek ji bergeha xwe li PDKê û Goranê dinêre. Her çar alî jî Goranê û PDKê li gorî hevsengiya herêmî û navdewletî, bo biserxistina bergeha xwe bikar tînin.

Di eslê xwe de tevgera Goran li gor armanca xwe wenda kirîye û hatibû ber perçebûnê. Noşîrvan Mustefa xwest ku bi saya YNK pêşî li vê perçebûnê bigire. Di nav Tevgera Goran de jî du baskên ku li henber hev tewanbar û bêtahamul hene. Baskên herdû tevgeran jî cûda cûda bi hev re tevdigerin û cîgirên van herdû tevgeran jî bi zanistî temaşe dikin. Lê ne kifşe bê wê ji vê çi derkeve!

Beşek hin di nav YNK û hin di nav Tevgera Goran de dixwazin ku YNK bibin kongrê û Hêro Îbrahîm Ehmed bîni ser serokatîya YNK. Di nav YNK de du bas li dijî vê hewlê ne. Lê Noşîrvan Mistefa dahf dide ku Hêro Îbrahîm Ehmed derxe vê astê ku bikaribe ji bona têkiliyên bi Îran re, YNK rehet bikar bîne. Baskek jî rê nade ku ev şerê mîrasê di nav YNK de geş bibe, bibe sebebê perçebûnê û Tevgera Goran carek din vegere nav YNK.

Lê di nav YNK de baskek heye ku dijî hatina Tevgera Goran a nav YNK ne û hewl didin xwe ku vê lîstika Noşîrvan Mustefa asteng bikin.

Heger YNK, venegere asta peymana netewî a ku di navbera wan û PDK de û carek din li gor astên netewî û niştimanî bi hev re gavên referandûm û serxwebûnê navêjin û xwe ji lîstikên Tevgera Goran û Îran neparêzin; wê beşek mezin ji YNK biqete û wê YNK perçe perçe bibe. Armanca Noşîrvan Mustefa ewe ku di astek zeîf de YNK berbi kongreya perçebûnê ve bibe ku bi riya perçekirina YNK, derbê li PDK û çûna referandûmê û serxwebûnê bixe.

01.09.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin