Ahmet Guneştekîn bi 'Odeya Bîrê' tê

Ahmet Guneştekîn bi 'Odeya Bîrê' tê

Hunermend Ahmet Guneştekîn piştî gelek pêşangehên di qada navneteweyî de carek din pêşangehek li Tirkîyeyê, li Stenbolê vedike. Pêşangeha "Odeya Bîrê" 6'e mehê li Gelerî Pilevneli ya li Mecîdîyekoyê derîyên xwe vedike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Guneştekîn di "Odeya Bîrê" de ji ser tiştan re li xwezaya polîtîkaya bîrê mêze dike; dîsîplînên cuda yên hunerê tîne ba hev û wan şirove dike.

 

Di vê pêşangehê de hunermend tiştên nîşaneyên bîranînên wî jî têde, bi taybetîyên balkêş berheman radixe ber çavan; li ser fikra çi xwezayî ye jî pirsan dide ber mirovan. 

 

Hunermend bi vegotineke ku bîra mirov dibe ser fragmanên cuda tîne ba hev, bi çil-pîneyan, dîsa bi seramîkên grotesk û pir rengîn, nîvkureyên metal, berhemên cur bi cur pêşkêş dike.

 

Hunermend Guneştekîn di "Odeya Bîrê" de berê xwe dide şiklên lîstinan û van pirsan dike: Bîranîn bi kêrî çi tên? Bîra me şiklek çawa dide paşeroja me? Tiştên ku tiştekî bi bîra me dixe çi ye? Ji bo em bi ser têgehan re bifikirin, lixwe bînin an bîranînan darîçav bikin em wan çawa bikar tînin? Emê paşeroja xwe çawa bibîr bînin ku kî di vî warî de biryarê dide? Polîtîkayên bîrê çawa çêdibin?

 

Di pêşangehê de tê dîtin ku hunermend Guneştekîn di navbera ziman û fikirînê de têkilîyek saz kirîye. Berhemên wî vê yekê bi hêmayan tînin ziman.

 

Hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn ev 7 sal bûn li Tirkîyeyê pêşangeh venekiribûn. Di vê demê de li Almanya, Amerîka jî di nav de li gelek welatan pêşangeh vekiribû. Herî dawî du meh berê li Bakuya Azerbaycanê pêşangeha xwe vekiribû. Niha piştî 7 salan Guneştekîn bi pêşangehek li pêşberî hunerhezan e. Pêşangeha ku berhemên wî yên 10 salên dawî têde cih digirin li ser 4 hezar metrekareyî hatîye saz kirin. Yên bixwazin ji 6'ê vê mehê heta 20'ê rêbendana 2020'an dikarin herin lê temaşe bikin.

Çavkanî: Dîyarname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin