Ahmet Altan dîsa hat girtin

Ahmet Altan dîsa hat girtin

Rojnamevan û nivîskarê Tirk Ahmet Altan ku di 4ê Mijdarê de hatibû berdan, li ser îtiraza Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê dîsa hat desteserkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ji bo Ahmet Altan ku 4ê Mijdarê ji girtîgehê hatibû berdan, serdozgerîyê ji nû ve biryara girtina wî derxist.

Ahmet Altan ku piştî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê hatibû girtin û herî dawî cezayê muebetê hatibû hilweşandin û bi 10 sal 6 mehan hatibû sizadan.

Altan, piştî 3 sal û nîvan 4ê Mijdarê di danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 27emîn de, hatibû berdan.

Altan, li ser îtiraza Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê hat desteserkirn û biryar e îro Altan bişînin Girtîgeha Silivrîyeyê.

Rojnanemvan Altan berîya niha jî ji heman dozê hatibû berdan û piştî kurtedemekê dîsa hatibû girtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin