• Diyarbakır 28 °C
  • Batman 26 °C
  • Hakkari 16 °C
  • Şırnak 22 °C
  • Ağrı 16 °C

Ahmed û Mehmed Altan hatin binçavkirin

Ahmed û Mehmed Altan hatin binçavkirin
Du birayên nivîskar û rojnamevanên navdar ên li Tirkiyê Ahmed Altan û Prf. Mehmed Altan îro serê sibê li Stenbolê hatin binçavkirin.

Du birayên nivîskar û rojnamevanên navdar ên li Tirkiyê Ahmed Altan û Prf. Mehmed Altan îro serê sibê li Stenbolê hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku Ahmed Altan ji ber sedema rojek berê darbeya 15ê Tîrmehê di programeka televîzyona bi navê ”Can Erzincan TV” de di axaftina xwe de îmaya derbeyê kiriye, hatîye binçavkirin. Ev program ji aliyê Nazli Ilicak û Mehmed Altan ve hatibû birêvebirin.

Piştî derbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmehê him rojnamevan Nazli Ilicak him jî televîzyona bi navê ”Can Erzincan TV” bi îddîaya ku têkilîya wan bi rêxistina FETO  re hene, hatibûn girtin. 

Ev nûçe 1429 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din