Ahmed Bedlek: Qutkirina elektîrîkê tenê li bajarên Kurdan heye

Ahmed Bedlek: Qutkirina elektîrîkê tenê li bajarên Kurdan heye

Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê piştî gund û zeviyên çandiniyê, niha li çend taxan jî elektrîk li ser xelkê tê qutkirin.

A+A-

Parêzerê berê yê DEDAŞê Ahmet Bedlek ragihand ku tevî ku elektrîka qaçax herî zêde li bajarên wek Îzmîr û Stenbolê tê bikaranîn û ti carana elektrîka wan nayê qutkirin, li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hinceta deynê xwe nadin elektrîka hinek taxan tê birîn. Ahmet Bedlek herwiha dibêje qutkirina elektrîka taxan li dijî yasayan e.

Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê piştî gund û zeviyên çandiniyê, niha li çend taxan jî elektrîk li ser xelkê tê qutkirin.

Saziya elektrîkê ya DEDAŞê bi heceta ku pereyê elektrîkê nedane, elektrîka li ser hejmareke taxên Mêrdînê qut kir.

Beriya demekê jî li çend gundên Mêrdînê, bi taybetî jî li zeviyên çandiniyê yên wê navçeyê, bi tometa bikaranîna elektrîka qaçax û nedana pere, elektrîk li ser hejmareke zêde ya malan û zeviyên çandiniyê hatibû qutkirin.

Parêzerê berê yê DEDAŞê Ahmet Bedlek li ser vê mijarê bû mêvana bultena Rûdawê ya taybet bi BaKurê Kurdistanê û behsa pirsa qutkirina elektirîka welatiyên li Mêrdînê kir.

Ahmet Bedlek diyar kir ku yasa û mafên mirovî bi qutkirina elektrîka taxan dike û got: “Eger li cihekê kesek pere xwe bi de û 5 kes nedin nabe elektirîka wê deverê were qutkirin. Ev yek li dijî yasayan e. Me ne dîtiye li bajarên weke Îzmîr an jî Stenbolê elektrîk hinek kesan hate qutkirin, çimkî di yasayan de nîne, lê DEDAŞ vê zilmê ligel me dike. Li gor daneyan herî zêde elektrîka qaçax herî zêde li Stenbolê tê bikaranîn, lê heya niha ti caran li taxake Stenbolê elektrîk nehate birîn. Li Amedê, Riha, Mêrdîn û Şirnexê bi rehetî qut dikin.”

Bi gotina Ahmet Bedlek DEDAŞ li bajarên Bakurê Kurdistanê gelek caran ji ber xwe ve fatureyên elektrîkê dinivisîne û xelkê deyndar dike û piştre jî elektirîka wan qut dike.

Parêzerê berê yê DEDAŞê herwiha daxwaz ji welatiyên ku elektrîka wan tê birîn bila li pey mafê xwe bikevin û aliyên peywendîdar bidin dadgehê.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin