Agirê li daristanên Şemzînanê hat kontrolkirin

Agirê li daristanên Şemzînanê hat kontrolkirin

.

A+A-

 Li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve agir ku duh bi daristanê ketibû, hat kontrolkirin. Serokê Odeya Bazirganên Colemêrgê Muharrem Tekin ji Rûdawê re got ku ji ber agir metirsî li ser hinek gundan heye.

Li gor agahiyan doh 1ê Îlona 2021ê di demjêmêrên piştî nîvro de agir bi daristanên li herêma Gundê Nehrî ket û ew agir niha hate kontrolkirin, lê dibe ku ji ber bayê dîsa berbelav dibe. Tê gotin ku belavbûna agir, gundên derdorê jî xistiye jêr metirsiyê.

Derbarê agir de Serokê Odeya Bazirganên Colemêrgê Muharrem Tekin zanyarî dan Rudawê û got: “Agir hate kontrolkirin, lê ji ber ku bayekî bi hêz heye, metirsî heye careke din dest pê bike, bi taybetî metirsî li ser gundê Bêgiriyê heye.”

Tê gotin ku tîmên peywendîdar ji bo agirê ku ji ber bayê li qadeke berfireh belav bibû, negihîje herêma niştecihbûnê hewlên mezin dan.

Berpirsê Tîma Agirkujiyê  Ufuk Bilicer jî ragihandibû ku wan piştî ku duh danê nîvro ji derketina agir hatine agahdakirin, bo cihê agir lê derketiye çûne û midexaleyê agir kirin.

Ufuk Bilicer diyar kiribû ku wan nehiştibû ku agir li xaniyên gund belav bibe û gotibû: “Piştî ku makîneyên kar rê vekirinê, em çûn devera ku agir lê zêde bû. Me bi qasî ku ji destên me hat ji her du aliyan midaxele kir. Lêbelê, ji ber bayê berê agir hat guhertin ber deverên niştecihbûnê ve hat. Agir her diçe berfireh dibe. Ji bo negihêje nav malên gund çi ji destê me hat me kir. Wek şaredarî em hemû derfetên xwe ji bo vemirandina agir bi kar tînin. Cerdevan, xelkê gund û tîmên agirkujiyê hewla kontrolkirina agir dan.”

Ev demeke li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê wek Şirnex, Dêrsim, Çewlîg û Bedlîsê agirên daristanan zêde bûne û di encam de zerareke zêde çêdibe. Ji  ber dereng an jî midaxelenekirina agirên daristanan zerar qat bi qat zêdetir dibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin