Agirê fîtne û fesadê di nav hêzên Kurdan de geş nekin!

Agirê fîtne û fesadê di nav hêzên Kurdan de geş nekin!

Agirê fîtne û fesadê di nav hêzên Kurdan de geş nekin!

A+A-

Abit Gurses

Agirê fîtne û fesadê di nav hêzên Kurdan de geş nekin!

Em baş dizanin ku firsendekî (derfetek) zêrîn ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê peyda bûye.

Lê mixabin ji ber reqabet, hesudì, kemasî û zaafên hêzên siyasì ev rewş û momenta tarîxî di xeterê da ye!

Eger peywendiyên hêzên siyasî bi vî avayî negatîv, dijminane berdewam bike, dê ev firsend ji destê me biçe!

Em tevda dizanin ku li Kurdistana Başûr di navbeyna hêzên siyasì de, problemên mezin hene! Ev problemana bi hesanî çareser nebû, nabe!

Lê ev problemana bi avayekî dijminane jî nayê çareserkirin!

Bêguman helwest û sekna hemmû hêzan ji bo serxwebûna Başûr ne wekì hev e!

Dijminên milletê Kurd, serxwebûna Kurdistanê gellekin!

Pirs, problem, aloziyên ku îro li Başûr hene, bi tasfiye kirina alîyekî yan çend aliyan çareser nabe!

Beriya her kesî Serokê Herema Kurdistanê û Serokê PDK kak Mesud Barzanî divê ji maqulan jî maqultir be!

Divê YNK û hêzên din problemên di navbera PDK û Gorran tûjtir, gurtir nekin!

Gorran ji bo berjewendî û pêşeroja Kurdistanê divê rexne û helwestên xwe biguherine!
Qurretî, kìbîr û kilîtkirina rewşa siyasî ne di berjevendiya milletê me da ye!...

Her tiştê ku birêz kak Mesud û PDK dibêje û dike jî ne rastin!

Belê ji bo serxwebûna Kurdistanê divê em Kurd bê dudilî pişt bidin pêşengiya Kak Mesud; Lê divê Kak Mesud û PDK jî heqaret li Tevgera Gorran û serokê Gorran û parlamenterên wan nekin!

Em tevda dizanin destê dijminên millêtê me, welatê me direj in!

Em baş dizanin Serxwebûna Kurdistanê li parçeyek da jî be gavekî pir mezin û dìrokî ye, dê qedera millet û welatê me jî biguherîne!..

Îcar di vê rewşa hessas, nazîk û hestiyar de divê pìvana me hemmû Kurdan yek be:

Ew hêz, partî, dezgah, şexis û lîderên ku (bê ku dijminatiya hevûdu bikin), ji dil ji bo serxwebûnê dixebitin, divê em piştgiriya wan bikin!

Ji şerrê Kurd bi Kurd ra, na!
Ji kar û xebata serxwebûna Kurdan ra, erê!

Pelixandin, pûçkirin û şikandina kosp û erqeleyên ku derkevin pêşîya serxwebûna Kurdistanê ra, erê!

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin