Agir bi daristanên Dêrsimê ket!

Agir bi daristanên Dêrsimê ket!

Li Dêrsimê ji ber pevçûnên di navbera PKK û artêşa tirk de agir bi daristanan ket û heta niha jî e şewat nehatiye vemirandin.

A+A-

Li çoltera bajarê Dêrsimê pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û artêşa tirk de ku berî sê hefityan destpêkiribûn berdewam dikin.

Di encama pevçûnan de agir bi daristanan ket û û bi taybet jî herêmên Zoxar, Zenge û Koçerî jî di nav de li 7 herêman agir bi daristanan ketiye û heta niha jî ew şewat nehatiye vemirandin.

Bi hinceta ku şewat li herêma qedexekirî derketiye, tu mudaxeleyî şewatê nayê kirin. Baroya Dêrsimê li ser mijarê ragihand ku divê şewat bilezûbez bê vemirandin lewre ev mecbûriyeteke hiqûqî ye. Herwiha di daxuyaniyêde Baroya Dêrsimê ragihandiye şevata li Dêrsimê tevlî Nexşeya Şevatan a Gerînendeyê Giştî yê Daristanan nehatiya kirin.

Di vê derbarê de Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik ji daxuyaniyek belav kir û got "Dewleta Tirkiyeyê ya ku çend roj berê çiyayên Cûdiyê dişewitand, niha jî çiyayên Dêrsimê dişewitîne. Gelo ew Dewleta ku di şikeftên Dêrsimê de bi hezaran Kurd şewitandibû, wê kîngê fêhm bike ku meseleya miletê Kurd û Kurdistanê bi şewitandina mirovan û daristanan çareser nabe. Çareserî siyasî ye."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin