AFP: Serok Barzanî piştî referandûmê bihêztir e

AFP: Serok Barzanî piştî referandûmê bihêztir e

Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP), di raporekê de dibêje ku Serok Barzanî ji berê bihêztir bûye.

A+A-

Partiya wî jî (Partiya Demokrat a Kurdistanê) bûye yekem partî bê rikeber li Herêma Kurdistan û Iraqê û dikare hesabê xwe li gel wan kesan yekalî bike, ku piştî referandumê xwe xistin sengera Bexdayê de û dijatiya Herêma Kurdistanê kirin.

Ajansê di rapora xwe de diyar kiriye, ku serkirdeyê pêşengê Kurd Mesûd Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê, niha hêza destbilind û bê rikeber in li Herêma Kurdistanê, hevdem li gel vê yekê di meydana siyaseta federalî de li Bexdayê, aliyekî siyasî bihêz in û gelek destkeft bidest ve anîne.

Di wê raporê de hatiye: Tevî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê di rikeberiya bidestxistina postê Serokatiya Iraqê de biser neket, lê hevsengiya hêzê di pêşbirka bidestxistina postên wezarî yên xurt, li cem Partiya Barzanî ye.

Herwiha rapor behsa wê yekê jî dike, di piroseya hilbijartinên Perlemana Iraqê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi bidestxistina 25 kursiyan, bûye mezintirîn partî di Iraqê de. Ji ber ku tevahiya hêzên Iraqî bi riya hevpeymanan beşdarî hilbijartinan bûn û PDK bi tena xwe beşdarî kir û bilindbûna hejmara kursiyên PDK di Perlemana Iraqê de, eşkere kir, ku PDK li ser astê Iraqê jî yekem e û partiya herî mezin e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin