’Aferî Qadî Mihemed Aferî’

’Aferî Qadî Mihemed Aferî’

Konferansa PAKê li Amedê: Di 71emîn salvegera Komara Kurdistanê de rojeva Tirkîyê û Kurdistanê

A+A-

batman-kadi.jpgdsc_0052.jpgdsc_0061.jpgmahabad-(1).jpg

 

PAK li Batmanê Salvegera 71emin ya Damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê Bi bîr anî

PAK roja 20.01.2016ê li Batmanê salvegera 71emin ya damezrandina Komara Kurdistanê (Mahabad) bibîranî.

Bibîranîn li Avahîya Navenda PAKê ya Batmanê hat lidarxistin. Serokê PAKê ya şaxa Batmanê bi xêr hatin da mêvana û bernama salvegere Komara Kurdistanê diyar kir û bibîranin ji bo şehidê Kurdistanê bi rêz girtin û siruda netewî dest pê kir.
 

Di bîranînê de Serokê Şaxa PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir wiha got:  ''Di 71 salîya Komara Kurdistanê de bi hêvî û bawerîya ku emê li welatekî azad de bijîn; em Pêşewa Qazî Mihemed û hemû rêveber, avakar, xebatkar û têkoşerên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.''
 

Piştre dîmenên Mehabadê û belgefîlmeke li ser Mehabadê hate nîşandan.
Piştre Mamoste Keko Osman û Şair Xelil Sasunî seminerek dan.
Keko Osman di axaftına xwede behsa avakirin û ruxandina Komara Kurdistanê kir. Agahîyên ardnigarîya Kurdistanê û hêz û rexistinên Rojhilatê kurdistanê anî ziman.
Xelîl Sasunî bahsa tekiliyên Qadî Mihemed û Mele Mistafa Barzanî û bi taybeti vasf û sifatên Qadî mihemmed kir û sekna wî di derbarê dadgeha ecema de bê çawa bi serbilindî û cihê pesnê ye got.

Di dawî de helbesteke Cegerxwîn bi navê "Aferî Qadî Mihemed Aferî" Xwend.
Piştî xwendina Wesîyeta Qadî Mihemed ku îro jî pewistîya me bi wan heye wesiyet bi nivîskî li bêşderwanan hat belavkirin û bîranîn bi awayekî berhemdar bidawî bû.

batman-kadi-001.jpg

xxx

Konferansa PAKê li Amedê: Di 71emîn salvegera Komara Kurdistanê de rojeva Tirkîyê û Kurdistanê

Bi beşdarîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk roja 21.01.2017an li Teşkîlata Amedê ya PAKê dê konferansek lidarbikeve.

Komara Kuristanê 71 sal berê roja 22.01.1946an de, li Rojhilatê Kurdistanê, li Bajarê Mehabadê, li Meydana Çarçirayê ji alîyê pêşewa Qazî Mihemed ve hate îlan kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk bi navê ‘’Ala Mehabadê îro li Hewlêrê liba dibe’’, di derbarê 71emîn salvegera Komara Kurdistanê  û rojeva Tirkîyê û Kurdistanê de dê konferansekê lidar bixe.

Cîh: Teşkîlata Amedê ya PAKê

Dem:21.01.2017

Saet:12.00

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin