Abdullah Încekan: Victor Klemperer, LTI û Zimanê Kurdî

Abdullah Încekan: Victor Klemperer, LTI û Zimanê Kurdî

.

A+A-

Abdullah Încekan /Gazeteduvar

Her zimanê ku dikare azad were bikaranîn, ji tevahiya pêdiviyên mirovan ra, ji aqil û hissiyatan ra xizmetê dike; ew peyam û axaftin e; ew mijûliya bi şexsê xwe ra û îbadet e, rica, ferman û sond e.

 Meriv gava piştî salan bi nav, naverok yan jî berhemên muhîm dihese, rastiya gotina rehmetiyê Celadet Alî Bedirxan tê bîrê: “Me hetanî xwe nas kir, umr jî xilas kir”. Hetanî me xwe gihand nav û berhemên serketî, di navê ra xwendinên gellek vala cî girtin û enerjiyeke têkçûyî ji me ra mîras ma. Yek ji wan navan, ku ez gellek dereng pê hesiyam û ev hîsa min behskirî bi min ra peyda kir, nivîskar û zimannasê Cihû-Alman Victor Klemperer e. Tespîtên Klemperer ên li ser meseleya ziman û înşaya hafizayê ewqas di cî da ne, ku ew 70-80 sal piştî nivîsîna xwe hê jî ronahiyek in ji xwendevanên wî ra. 

Klemperer di dewra Almanya Naziyan da dijî û bi awayekî periyodîk her tiştên bala wî dikşîne, dinivîse. Xêncî rojnivîskên wî yên bi gelemperî, ew di bin navê 'LTI - Lingua Tertii Imperii' yanê 'Zimanê Împaratoriya Sisêyan' (Almanya 1933-1944an) da behsa siyaseta ziman a Naziyan dike û ev xebata wî li gellek zimanan tê wergerandin û Klemperer bi saya vê xebatê ji sinorên Almanya dertê derva. Ji ber rewşa zimanê kurdî û siyaseta li hember wî, divê em bi awayekî rêkûpêk bala xwe bidin siyaseta ziman ya li welatên cihê-cihê. Îcar tam di vir da tiştên, ku em ji Klemperer hîn bibin gellek in û ez dixwazim bi hin îqtibasên dirêj cî bidim fikr û ramanên wî. Lewra Franz Fanon di meseleya kolonyalîzmê-mêtingeriyê da çawa xwediyê ciyekî bilind e, herwiha Klemperer jî di hêla mêtingeriya ziman da di wê astê da ye. 

 

ÎNŞAKIRINA HAFIZAYÊ

Di destpêka notên xwe yên di bin navê LTI da Klemperer li ser sebebên nivîsîna fikr û ramanên xwe disekine. Digel ku ew pê dizane, gava ev notên wî bikevin destê Naziyan, ewê wî û jina wî bikujin jî, ew dev ji vê qerara xwe bernade. Ew nivîsên xwe dinivîse û bi saya jina xwe ya ji 'miletê Aryan' wan li cem dosteke malbatê dide veşartin. Weku ji vê destpêka hanê diyar e, ew ji ber du sebeban xwe diavêje vê talûkeyê. Yek ji bo ku rûhê xwe biparêze, li ser nigan bimîne; ji aliyê ruhî va nemire. Ya din jî, ji bo înşakirina hafizayekê, da ku ew zulm û te’de ji bîr nebin. Ka em berî xwe bidin gotinên Klemperer: 

“LTI: Lingua Tertii Imperii - Zimanê Împaratoriya Sisêyan. Gellek caran ez li wê anekdota Berlina kevn fikirîm, herhal ew di [kovara] xweş teswîrkirî ya mîzahvanê şoreşa Adarê Graßbrennera da derbas dibû - lêbelê kitûbxaneya min li kûderê ma, ku min bikarîbaya li wir lê mêze bikira? Gelo me’neyeke wê heye di heqê aqûbeta wê da ji Gestapo[1] pirsan bipirsim? ... 

“Bavo”, dipirse kurikê ciwan li sîrkê “ew li ser kindir çi dike bi şiva destê xwe?” 

 

– “Dîno, dibêje bav, ew şiva balansê ye, cambaz bi wê li ser disekine.” 

– “Wey, bavo, lê ew wî ber bide?” 

– “Kurikê gêj, ew bi wî digre!”

***

Notên rojaneya min ên di van salan da ji bo min şiva balansê bûn – bêyî wê ezê hetanî niha sed carî ketibama. Di demên le’netkirî û bêheviyê da, di acizbûna xebata bêdawî ya mekanîk a di fabrîkeyê da, li ber serê nivînê nexweş û miriyan, li ser mezelan, di tengasiya şexsê xwe da, di kêliyên rezaleta bê hed û hesab da, li hember têkçûna dil da. Tim û tim daxwaza min a ji şexsê min alî min dikir: bixwîne; çi dibe, çi nabe hifz bike-sibê her tişt dîsa bi awayekî din dixuyê, sibê tu bi awayekî din hîs dikî; qeyd bike, ka niha ew çere xwe dide der û tesîr dike. Û piştî demeke gellek kin ew telefon ji min ra bû sebeb, ku ez hinekî ji çerçeveyeke fireh û ji jor da li tiştên diqewimîn, mêze bikim û bi saya wê formula bi dizî ya bi rêk û pêk azadiya xwe ya ruhî biparêzim: LTI, LTI!

 

***

Meriv dikare vê wek mecazekê bibîne. Lewra çawa meriv behsa ‘sûretê demekê’ yan jî ‘sûretê welatekî’ dike, eynî bi vî awayî dewr û dewranek jî xwe di ziman da nîşan dide. Împaratoriya Sisêyan di tevahiya îfadeyên xwe yên jiyanê û mîrasa xwe da bi yekitiyeke dehşet dipeyîve: bi qûrrebûneke bê hed û hesab a bi avahî û xirabeyên xwe, bi tertîba leşkerên xwe, bi zilamên SA û SS, yên ku ew wek şikl û şemalên îdeal li ser panoyên cihê bi cî dike, bi otobanên xwe û mezelên koman. Ev tev zimanê Împaratoriya Sisêyan e û di van rûpelan da behsa van tevan tê kirin. Lê gava meriv bi dehsalan di şuxulekî da xebitîbe û bi kêfxweşî ew kar kiribe, di netîceyê da meriv ji hemû tiştên din zêdetir di binê tesîra wê da maye. Û hem bi rastî û hem jî di me’neya fîlolojîk da mecazen wisa bû ku min bi Zimanê Împaratoriya Sêyemîn girt û ew ji bo min bû şiva balansê ya di deh seetên bîhnçikandî yên di fabrîkeyê da, di kirêtîya girtina polêsan di ser malê da, di heps, tacîz û tiştên din da.”

***

Klemperer siyaseta ziman a Naziyan tesnîf dike û li ser xalên cihê-cihê yên vê siyasetê disekine. Di bin sernavê 'Jehra ziman a rojane' da ew wisa dibêje: “Na, tesîra herî zêde ne bi saya hin axaftinên tekane çêbû, ne bi saya nivîs û belavokan û ne jî bi saya ala û afîşan; ew ne bi saya tiştekî pêk hat, ku meriv bibêje di bin wî da fikreke yan jî hîseke bi zanîn heye.

Lê Nazîzm bi saya hin tekane gotinan, hin îdyoman, hin awayên cumleyan, yên ku Naziyan bi milyon caran bi darê zorê didan tekrar kirin, ket nava goşt û xwîna milet -mekanîk û bêyî ew lê varqilin. Meriv risteya [Friedrich] Schiller a di heqê 'zimanê zana yê ku ji bo te distrê û difikire' tenê ji aliyê estetîkê va fehm dike û wî wek tiştekî naîf dibîne. Risteyeke biserketî ya bi 'zimanê zana' bi tena serê xwe di heqê hêza hunerî ya avakirê wê da tiştekî îsbat nake; gellek zehmet nîne meriv bi zimanekî zêde hunerane û bi şêweya şair û mutefekirekî xwe nîşan bide. Lê ziman ne tenê ji bo min distrê û difikire, ew herwiha li gorî wê ka ez çiqas tabiî, çiqas bêhemdê xwe xwe teslîmî wî dikim, ew jî wisa li ser tevahiya hebûna ruhî ya min hukim dike. Û gava 'zimanê zana' ji elementên bi jehr çêbûbe yan jî bûbe himalê maddeyên bi jehr? Gotin dikarin bibin hucreyên jehrê: bêyî meriv lê varqile wan dadiqultîne; mîna ku tesîra wan tunebe, lê piştî demekê te dît tesîra wan hê heye.

 

Her zimanê ku dikare azad were bikaranîn, ji tevahiya pêdiviyên mirovan ra, ji aqil û hissiyatan ra xizmetê dike; ew peyam û axaftin e; ew mijûliya bi şexsê xwe ra û îbadet e, rica, ferman û sond e. LTI tenê xizmeta sondxwarinê dike. Mijar aîdî kîjan hêla şexsî yan jî umumî dibe, bira bibe –na, ev tişt şaş e, çawa ku LTI hêla şexsî, ewa ku ji ya umumî tê cihêkirin, nas neke, herwisa ew ferqekê nake nava zimanê devkî û nivîskî jî- her gotin axaftin e û her tişt jî umumî ye. “Tu ti tişt î, miletê te her tişt e” – ev yek ji sloganên wan e. Tu bi ti awayî bi yên xwe ra tenê nînî; tu tim bi miletê xwe ra rû bi rû yî.


Jêrenot: 

[1] Hêzên taybet yên Naziyan

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin