Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî: EFRÎN-GRAD

Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî: EFRÎN-GRAD

Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw ji bo Efrînê bi navê ‘Efrîn-grad' helbestek nivîsî. Peşêw di helbesta xwe de dibêje: "Eger hûn kok û binc û binyada min bipirsin, / Ser bilind dikim, / Dibêjim: Hevxwînê pilingên Efrîn-gradê me."

A+A-

Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw ji bo Efrînê helbestek nivisî.

EFRÎN-GRAD

Harey F şazdem degate ber giwê
Lirfey agirî zarkî dozex û bonî dûkel dê
Heşta milyon çaw rûwew Rojava n
Çawerêy xor in, lewê we heldê
Hîway caranim be mezadxaney mafî mirov bû

Denawirimewe bête hîmdadim
Deyanpirsî: "Kêy?"
Demgut: "Çiyay min bû penay Nûhî da, min qed û çilî darberûy Mad im…"
Belam, lemew la,
Eger bipirsin le reçelek û binc û binyadim,
Ser bilind dekem,
Delêm: "hawxwênî pilingekanî Efrîn-grad im."

KURMANCIYA EFRÎN-GRADÊ

Gurmegurma F16an tê ber guhê min
Lirfey agirî zarkî dozex û bonî dûkel dê
Heştê milyon çav berê wan li Rojava ye
Li hêviya rojê ne, ji wir hiltê
Hêviya min a berê bi mezadxaneya mafên mirovan bû

Li ber digerim da bête hawara min
Dipirsîn: "Tu kî yî?"
Min digot: "Çiyayê min bû ku bû star bo Nûh, ez bejn û şaxên darberûyên Medan im…"
Lê, jê û pê ve,
Eger hûn kok û binc û binyada min bipirsin,
Ser bilind dikim, 
Dibêjim: "Hevxwînê pilingên Efrîn-gradê me."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin