ABD: “Jeffrey wê bi Nêçîrvan Barzanî re bicive”

ABD: “Jeffrey wê bi Nêçîrvan Barzanî re bicive”

ABD: “Jeffrey wê bi Nêçîrvan Barzanî re bicive”

A+A-

Li gor ragihandina wezareta Karên derve ya Amerîkayê; wê nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James jeffrey sibê li Hewlêrê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive. Wezareta karên derve ya Amerîkayê di mijara zeredana James Jeffrey bo Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê peyamekî belav kir. Di peyamê de hat gotin ku:

“James Jeffrey êvara yekşemê gihaye Hewlêrê. Wê bi rêvebirên Partiya Demokrat a Kurdistanê û bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re bicive. Jefferey di hevdîtinan de li ser mijara baweriya bi dawîhatina İŞİD ê li Sûriyê û Iraqê, herêmên ji İŞİD ê hatine rizgarkirin bo ewlehiya wan û îstîqrara wan li ser dewama koordînasyonê biaxife.”

Jeffrey, wê di hevdîtinan de desteka xwe bo hêzên Iraqê û Pêşmerge, li hemberê İŞİD ê bîne ziman. Wezaret, di mijara seredana Jeffrey ya bo Kurdistana Rojava de weha got:

“James Jeffrey, di 20 ê êlûnê de bakûrê rojhilatê Sûriyê ziyayret kiriye, bi rêvebirên HSD ê re, bi heyeta Yekîtiya navbera Kurdan re, bi endamên meclisa bilind re û bi lîderên devera Dêrezorê re civînên cuda kiriye.

Jeffrey, di civînan de behsa bo bawer bibin ku dawî li İŞİD ê hatiye, bo koordînasyona deverên ku İŞİD lê qediyaye, bo alîkariya mirovî karibin bişînin, divê xebata hevkar bêkirin, kiriye.”

Jeffrey di beyana xwe de gotiye bo Amerîka bi hevkarên xwe re dê bixebite, bo ber li xurtbûna İŞİD ê di herêmê de bigrin, divê xebatên rêxistinî yên leşkerî û sîvîl bên kirin û hem di çarçoveya biryara jimare 2254 ê de, li Sûriyê çareseriya aştiyane bibe, wê Amerîka li herêmê bimîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin