9 roj in ava bi hezaran kesî hatiye birîn!

9 roj in ava bi hezaran kesî hatiye birîn!

.

A+A-

Li gelek gundên navçeya Hezoya Êlihê ji 23’yê hezîranê ve DEDAŞ’ê ceryana dînamoyên avê biriye û tam 9 roj in li van gundan bi hezaran mirov bêav mane. Welatiyên van gundan dibêjin ew ketine rewşek perîşan û banga çareseriyê kirin. 

Li gundên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve ji 23’yê hezîranê ve tam 9 roj in, Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceryanê dînamoyên avê bi îdiaya “deyn heye” biriye û bi hezaran welatiyên van gundan bi rojane bêav mane. Welatiyên gundan ku ketine rewşek şerpeze, bi traktoran diçin avê ji çemê Batmanê an jî ji qenala avdaniyê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) tînin gundan û li malan belav dikin.

Li ser trafoyê ceryanê dide van dînamoyên avê kamera hatine bicihkirin û nahêlin gundî ceryana qûtkirî saz bikin. 

BI HEZARAN WELATÎ BÊAV MANE!

Ava gundê Zîlanê, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê û bajaroka Kaniyahene û hin gundên jî bi ser navçeya Hezoyê ve hatine birîn. Ceryana dînamoyê bajaroka Kaniyahenê bi demkî heta ji bo 5’ê tîrmehê hatiye berdan. Liv an gundan bi hezaran welatî dijîn û ji ber nebûna avê bi zehmiyetan re rûbirû mane. 

Hat gotin ku bi mîlyonan lîre (trîlyonan) deynê ceryana ava van gundan heye. Gundî destnîşan dikin ku ew nikarin vî pereyê zêde razînin û ew nizanin wê çi bikin û çareseriyê çawa li pêş bixin û li benda çareserkirina meseleyê ne.

METIRSIYA NEXWEŞÎN DERKEVIN HEYE  

Şêniyên gundê Zîlanê destnîşan kirin ku deynê ceryana ava gundê wan 2 mîlyon û 376 hezar lîre ye û ew gund û eraziyan tev bifiroşin jî nikarin vî deynî bidin. Şêniyên Zîlanê anîn ziman ku ew di rewşek perîşan de ne û ji ber av nîne, bi tangêran diçin ji çem û qenala avdaniyê avê tînin û metirsdar in ku ji ber vê ava nepaqij nexweşîn bi welatiyan re peyda bibe. 

Gundiyên Zîlanê ji bo çareserkirina meseleyê banga li rayedaran kirin ku gav biavêjin. 

/MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin