9 Efrînî li Hatayê hatin zîndanîkirin

9 Efrînî li Hatayê hatin zîndanîkirin

9 kesên ku li Raco ji hêla MÎTa Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin, bi tometa endamtiya YPGê li Hatayê hatin zîndanîkirin.

A+A-

Li navçeya Racayê ya Efrînê, ji hêla MÎTa Tirkiyê ve bi tometa ku beşdarî çalakiya kuştina serbazên Tirk bûne, 9 kes hatibûn binçavkirin.

9 kesên ku navên wan nayê diyarkirin, duh li Hatayê derketin pêşberî dadgehê û di dema operasyona ser Efrînê de bi kuştina du serbazên Tirk hatin tometbarkirin.

Serdozgeriya Hatayê da xuyakirin, 9 kesên ku ji Efrînê ne, bi xerakirina Yekîtiya axa Tirkiyê û kuştina bi planê tên tometbarkirin û ji ber vê biryara zîndanîkirinê hatiye dayîn.

Ji ber dagirkirin û rewşa neasayî ya li Efrînê, derbarê nasnameya kesên hatine girtin de agahiyên zelal nîn in û bi lêpirsîneke çawa hatine girtin nayê zanîn.

Li ser vê pirsê jî, Fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red dikin ku 9 şervanên wê li Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve hatibin girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin