9 çekdarên “Mertala Firatê” hatin kuştin

9 çekdarên “Mertala Firatê” hatin kuştin

Li bakurê Helebê di şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên “Mertala Firatê” Sûriyê de 9 çekdar hatin kuştin.

A+A-

Li bakurê Helebê di şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên “Mertala Firatê” Sûriyê de 9 çekdar hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, YPGê li eniya Dixilbaş li bakurê rojavayê bajarokê Babê hewl da bipêş bikeve, lê şerekî giran di navbera wê û çekdarên Mertala Firatê (grûpa Sultan Silêman) de derket.

Li gor Rewangehê belav kiriye, di wî şerî de 9 çekdarên Mertala Firatê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne, lê ti zanyarî derbarê ziyanên YPGê de belav nekir.

Ev şer di demekê de ye, li bakurê Helebê şer di navbera grûpên çekdar û YPGê de derdikeve û gelek caran jî artêşa Tirkiyê wê navçeyê û devera Şehbayê topbaran dike. Pêr jî artêşa Tirkiyê bi topên Hawinê gundê Merenaz, Malkiyê û Elqemiyê topbaran kiribû.

Ji aliyekî din ve, Hêzên Rizgarkirina Efrînê îro di daxuyaniyekê de belav kir, di operasyonên cuda de wan 2 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve li gundewarê Ezazê kuştin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin