Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

8ê Adarê û tekoşîna xatûn Friman

A+A-

Îro 8ê Adarê roja jinên kedkar yên cîhanê ye!

Sal 2017 ye, hê jî bi milyonan jin li her aliyê cîhanê ne xwedî mafê wekheviyê ne. Hê jî, jinên Kurdistanî li welatê xwe ji wekheviya jin û mêran û ji mafên xwe yê neteweyî bêpar in. Teybetî jî van salên dawî li Kurdistanê êrîş, neheqî û barên şerî yên herî giran li ser pişta jinê ye. Lê belê, jinên Kurdistanî ji bo azadiya xwe, azadîya miletê xwe, azadîya welatê xwe bi hemû fedekarîyan têkoşîn dike.

Bi munasebeta roja jinan medya Swêdê bi serbilindayî dibêje wekheviya jin û mêran li welatê wan di asta herî bilind de ye!

Li Swêdê wekheviya jin û mêran di civakê de li gor gelek welatan pir bilind e. Mirov dibêje qey herdem jin li Swêdê bi mêran re wekhev bûne. Lê ne weha bûye. Bê guman ev wekhevîya civatê bi hêsanî nehatiye avakirin!

Jinên Swêdê ji sala 1900 heta 1920an bi xebatek berfireh, bi rêzan û sistematik ji bo wekheviyê u teybetî jî ji bo jin jî bikaribin dengê xwe bidin xebat kirine. Yek ji wan jinan xatûn Friman bûye ku bi hemû hêza xwe û bi ekonomiya xwe tekoşîna doza jina kiriye. 

Di destpêka salên 1900 de li parlementoya Swêdê tenê ji mêrên dewlemend û bazirganan pêk dihat. Gundî, feqîr, jin û yên din li derveyê siyasetê bûn û ne xwedîyê maf bûn. Di destpêka salên 1900î de ji bo ku raya giştî bikaribûn dengê xwe bidin, xelkê êdî dengê xwe bilind dikirin û miting li dar dixistin. Lê ji bo jinan cara  yekem di 1902an de pêşniyar ji bo jin jî bikaribin dengê xwe bidin ji aliyê mêrekî de dibin meclîsê lê belê ew pêşniyar bi pirdengîyek mezin red dibe.

 Jinan bi dehan salan tekoşîn dane, tenê ji bo mafê dengdanê bigrin. Di 1911an de li Swêdê jinên zewicî bi her hawî ji aliyê mêrên xwe de temsîl dibûn û tu mafê wan yên dengdanê jî tunebû. Ji salên 1909 heta 1914 şerê cîhanê yê yekem, xebata mafê dengdanê ji bo jinan berdewam kiriye, dema şer despêkiriye jinan doza xwe danîne alîyekî û mil bi mil bi mêran re xebata jiyana rojê û aştiyê kirine. Piştî şer dîsa xebata doza xwe berdewam kirine. 

Di van salên dawî de dokumenterek li ser rewşa jinan û dengdanê ji salên 1900 vir ve, di TV ya Swêdê de salê carekê, di tatîla Noelê de tê weşandin. Dokumenterek balkêş e ji ber ku Swêd di nav welatên demokratik û di sistema civatê de serkeftî de ye. Tiştê balkêş ew e ku ev serkeftina jinan di nava sed salên dawî de hêdî hêdî bi serketiye. Di dokumenterê de ji destpêkê heta dawî xebata jinan  û zahmetiya ku kişandine û plan û projeyên wan yên di vê xebatê de nîşan didin. Serkêşiya vê xebata jinan ji aliyê xatûn Friman de hatiye kirin. Loma jî di dîroka swêdê de ji bo serhildana jinan û xebata wan ya ji bo bidestxistina dengdanê,ji wê demê re dibêjin dema ”xatûn Friman”

Dema mirov li dîrokê binere tu caran tu serkeftin bê tekoşîn, xebat an qurbanî bidestneketi ye. Jinên Swêdî jî bi ked û xebatek dûr û dirêj sîstemek ji alî jin û mêran ve bi her awayî wekhev ava kirine.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar