86 sal li ser komkujiya Xirîstiyanan de derbas bû!

86 sal li ser komkujiya Xirîstiyanan de derbas bû!

86 sal berê, roja 07.08.1933ê ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê êrîş li ser qeza Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê hat kirin û 63 gundên Xirîstiyanan hatin wêran kirin û zêdetirî 4 hezar kesên ji pêkhateya Xirîstiyanên wan gundan hatin şehîd kirin.

A+A-

86 sal berî naha ango roja 07.08.1933ê ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê êrîş li ser qeza Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê hat kirin û zêdetirî 63 gundên Xirîstiyanan hatin wêran kirin û zêdetirî 4 hezar kesên ji pêkhateya Xirîstiyanên wan gundan hatin şehîd kirin.

Ew bûyer berî 86 salan pêkhat û her sal li herêma Kurdistanê roja şehîdên Xirîstiyan tê bibîranîn.

Îro li nahyeya Enkawa ya Hewlêrê û li pêş dêr a Mar Yusif bi boneya wê roja şehîdên Xirîstiyan çalakiyên bibîranînê dê pêkbên.

Cîgirê serokê Yekitiya wêjevan û nivîskarên Siryanî Eked Murad, ku yek ji rêxistvanên wê merasîmê jî ew saziye, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sala 1933ê Xirîstiyanan daxwaza mafên xwe ji hikûmeta wê demê ya Iraqê kirin, lê hikûmetê bi awayê tundî, çek û kuştinê bersiv da û pêkhateya Xirîstiyanan ji komkujiyê re derbas kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin