7 Kurd li Almanyayê bûn parlamenter

7 Kurd li Almanyayê bûn parlamenter

.

A+A-

Di hilbijartinên Parlamentoya Fedralî û Parlamantoya Herêmî ya Almanyayê de 7 kurdan karîn dengê pêwîst bi dest bixin û bibin endamên parlamentoyên wî welatî.

26ê vê mehê hilbijartinên parlementoya Almanyayê birêve çû û sîstema hilbijartinan a wî welatî rê bi her kesekî dide xwe ji bo Parlamentoya Fedralî û Parlamantoya Herêma jî di heman demê de berbijêr bike.

Piştî ku aktîvîstê Kurd ê çepgir Ferat Alî Koçak di twîttekê de ragihand ku wî li parlamentoya Berlînê kursiyê bi dest bixe, hejmara endamên parlamentoyên Almanyayê bo 7 kesan zêde bû.

Parlamenterê Kurd Ferat Alî Koçak di twîtta xwe de spasiya keên ku dike ku dengê xwe danê wî û dibêje; “Ji bo civakeke yekbûyî ez dê ji kolanan herim parlamentoya Berlînê. Ez dê li encûmena nûneran bibim çalakvan.”

Jiyan Omer û Taylan Kurt ên ser bi bi Partiya Keskan ve , beriya niha serketina xwe ya di hilbijartinên parlamentoya Berlînê de ragihandibûn.

Herwiha Sevim Aydin a Kurd jî ji Partiya Sosyal Demokratan bûye endamê parlamentoya nû ya Berlînê. 

Di heman demê de sê Kurdên din jî bûne endamên Parlamenta Federal a Almanyayê. Di nav wan de Gokay Akbulut, çalakvana çepgir Canan Bayram û Qasim Tahir Salih jî hene ku her du jî girêdayî Partiya Keskan in.  

Ji parlamenteran 4 jê ji bo parlamentoya Berlînê çûne ku yek ji 16 herêmên Almanyayê ye.

Piştî bidawîhatina hilbijartinên Almanyayê, encamên hilbijartinan belav kirin û li gor encaman Yekîtiya Partiyên Kirîstiyan a ji her du partiyên CDU û CSU bi %24,1dengan û Partiya Sosyal Demokrata Almanyayê (SPD) bi %25,7 dengan piraniya dengan bi dest xistine.

Li gor encaman, Partiya Kesk (Grune) %14ê8 dengan, Partiya Demokrat Azad a Almanyayê (DFP) %11,5 dengan, Partiya Alternatîv bo Almanyayê (AfD) %11 dengan, Partiya Çepên Almanyayê (Die Linke) %5 degan bidest xistine.

Herwiha wek ku medyayên Almanyayê belav kirine, partiyên din jî %8 dengan bidestxistine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin