65 çekdarên DAIŞê li rojhilata Dêrazorê hatin kuştin

65 çekdarên DAIŞê li rojhilata Dêrazorê hatin kuştin

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di 3 rojên borî de 65 çekdarên DAIŞê li rojhilata Dêrazorê kuştin.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, amadekarî û anîna hêzên ji aliyê HSDê ve li rojhilata Dêrazorê berdewam e û di encama êrîşên Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilata Dêrazorê de 3 rojên borî 65 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Rewangehê da zanîn, duhî di êrîşa li ser kêlgeha Tenek a li rojhilata Dêrazorê de 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Diyar kir jî, çekdarên DAIŞê ji pêr ve, hewl didin kêlgeha Ezreq ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye kontrol bikin, lê Hevpeymaniya Navdewletî ew êrîş têk şikand.

Ji aliyekî din ve, Rewangehê diyar kir, piştî ku HSDê hêzên taybet ên YPGê di 28ê Cotmeha bûrî de anîn deverê, HSDê karî hemû xalên xwe yên li derdora devera Behra ya nêzîkî Hecînê jidest dane, vegerîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin