6 partiyên Rojhilat hilbijartinê boykot dikin!

6 partiyên Rojhilat hilbijartinê boykot dikin!

Li gor wan; ev hilbijartin ne azad e û beşdariya wan a hilbijartinê temenê rejîma Îranê ya ku gelê Kurd bê maf dike dirêj dike

A+A-

6 Partiyên Kurdistana Rojhelat; Partiya Demokrata Kurdistan Iran- PDKI, Partiya Demokrata Kurdistan Iran HDK, Komeleya Zahmetkêş ya Kurdistan, Komeleya Şoreşgêr û Zahmetkêş a Kurdistanî, Partiya Sosyalîst Kurdistanê û Sazimanê Xebat di 27. 04.2017ê de presskonferansekê li bajarê Silêmaniyê di presskonferansekê dîyarkirine ku ew hilbijartina serokkomarîya Îranê paykotbikin û daxwaz dikin ku, ti kes beşdarî hilbijartinan nebe.

Li gor wan; ev hilbijartin ne azad e û, beşdariya wan a hilbijartina temenê rejîma Îranê ya ku gelê Kurd bê maf dike dirêj dike û herweha nebeşdarkirina di hilbijartinê dê bibe bersiveke ji nerazîbûn ji siyaseta komara Iranê ya li hember Kurdan .

Di 19ê Gulanê de hilbijartina serokkomarîya îslamî ya Îranê heye û 11 namzet başdarê hilbijartinê dibin ku ew ji aliyê Weliyetê Faqih ve tên destnîşankirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin