500 şervanên YBŞê bi ser hikûmeta Iraqê ve hatin girêdan

500 şervanên YBŞê bi ser hikûmeta Iraqê ve hatin girêdan

Hat ragihandin ku 500 şervanên YBŞê bi ser hikûmeta Iraqê ve hatin girêdan û herwisa tê payîn ku 2 hezar şervanên din jî bi ser hikûmeta Iraqê ve werin girêdan.

A+A-

Berpirsê asayişa Êzîdxanê Heval Xebat ji bo Rûdawê diyar kir ku beriya niha çend caran ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku şervanan bi awayekî fermî bi ser xwe ve girêbide.

Xebat anî ziman ku beriya niha du salan hikûmeta Iraqê dest bi dabînkirina mûçeyên şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kiribû lê ev nêzikî salekê ye ew mûçe hatine rawestandin û got, hewl tê dayîn li gel hezar şervanên YBŞê, hezar şervanên Êzîdxanê jî bi ser hikûmeta Iraqê ve werin girêdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin