500 malbatên iraqî ji kampa Holê bo Iraqê tên vegerandin

500 malbatên iraqî ji kampa Holê bo Iraqê tên vegerandin

.

A+A-

30 hezar û 738 koçberên iraqî li kampa Holê ya Hesekê de dimînin. ‎ 

 Piştî ku hikumeta Iraq qebûl kir ku 500 malbetên iraqî vegerin wî welatî, ‎rêveberiya kampa Holê amadekariyên derxistina beşên nû ji koçberên iraqî ji kampa Holê dike. ‎

Endamê Nivîsgeha ‎Derketina ji Kampa Holê Mûnîr Mihemed piştrast kir ku piştî hikumeta Iraqê qebûl ‎kir ku 500 malbetên Iraqî vegerîne, amedekariya birêxistinkirina vegerandina iraqiyan ‎bo Iraqê dest pê kir.

Mihemed diyar kir: "Piştî ku belgeyên wan hatin tespîtkirin û erêkirina ‎ewlehî hate wergirtin, wek beşa yekemîn dê 100 malbat di ҫend rojên din de ji ‎kampê werin derxistin û rêveberî dê vegerandina malbetên din berdewam bike.‎"

Derxistina koçberên Iraqê ji kampa Holê du sal in rewestiya bû, ji ber ku hikumeta Iraqê vegerandina welatiyên ‎xwe red dikir, lê niha ev prose ji nû ve dest pê kir.

Li gorî daneya dawî ya rêveberiya kampa Holê, 30 hezar û 738 koçberên iraqî li wê kampê ne. ‎

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.

K24


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin