50 televîzyon dê fîlma Pêşmerge biweşînin

50 televîzyon dê fîlma Pêşmerge biweşînin

Belgefîlma derhênerê Kurd Hogir Hirorî ya bi navê "Mînhelgir (The Deminer)"a derbarê ezmûna jiyana pêşmergeyê mînhelgir Faxir Berwarî de dê li ser 50 televîzyonan bê weşandin.

A+A-

Di 6emîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê de belgefîlma Hogir Hirorî xelata baştirîn belgefîlmê wergirt.

Belgefîlma The Deminer çend xelatên navnetewî jî wergirtine.

Li Prag a paytextê welatê Çekyayê, xelata baştirîn fîlmê di 20mîn festîvala "One World International Film Festival" wergirt.

Di festîvala fîlmên dokumentarî de li Amsterdam a Holandayê ku di mijdara sala derbasbûyî de lidar ket, xelata taybet a wê festîvalê wergirt.

Li Oslo ya paytexta Norwêcê jî xelatek din wergirtiye.

Derhênerê belgefîlma "The Deminer" Hogir Hirorî ji Rûdaw re ragihand ku fîlma wî dê li ser 50 televîzyonan bê weşandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin