5 sal di ser teqîna Pirsûsê re derbas bû

5 sal di ser teqîna Pirsûsê re derbas bû

Îro 5 sal di ser teqîna li bajarokê Pirsûsê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê re derbas dibin ku ji alîyê xwekujekî DAIŞê ve di 20 Tîrmeha 2015an de hatibû encamdan

A+A-

Îro 5 sal di ser teqîna li bajarokê Pirsûsê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê re derbas dibin ku ji alîyê xwekujekî DAIŞê ve di 20 Tîrmeha 2015an de hatibû encamdan û di encamê de 33 kesan canê xwe ji dest dabûn û 104 kes jî birîndar bûbûn.

Weysî Eskî ku yek ji parêzerên keysa teqîna li Pirsûsê ye, dibêje dema çend salan e ti pêşveçûnek çênebûye, take kesê ku di wê keysê de tometbar e û tê dadgehîkirin, kesê bi navê Yeqûb Şahîn heya niha li dadgehê amade nebûye.

Piştî derbasbûna 21 mehan di ser teqînê re, yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê komkujîyê, di 5mîn dadgeha cezayên giran a Ruh dea bi bê amadebûna tometbar birêve çû, ji wê rojê ve û heya îro, 14 rûniştinên dadgehê li ser wê keysê hatine encamdan.

Parêzer û malbatên qurbanîyên teqîna Pirsûsê daxwazê ji serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu dikin ku her zanyarîyeke li ser wê bûyerê hebe, eşkera bike.

Di 20ê Tîrmeha 2015an de li navçeya Pirsûsa Bakurê Kurdistanê li dijî ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst û HDPê ku dixwestin beşdarîyê di konferansa ji nû avedankirina Kobanî de bikin û ji Stenbolê hatibûn bajarokê Pirsûsê, di dema daxuyanîya rojnamevanî de êrîşa xwekujî ya DAIŞê pêk hatibû.

Di wê bûyerê de 33 ciwanan canê xwe ji dest dan û 104 kesên din jî birîndar bûn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin