45 parlamenterên Fransayê ji bo Rojava bang kirin

45 parlamenterên Fransayê ji bo Rojava bang kirin

45 parlamenterên Fransayê yên ji partiyên cuda, li dijî gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina Rojava bang li Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron kirin. Parlamenteran got, “Nehêlin hevalbenên we yên kurd bên qetilkirin.”

A+A-

45 parlamenterên Fransayê bang li Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron kirin.

Wekîlên ji heft komên siyasî, ji serokkomar û hikûmeta Fransayê xwestin ku piştgiriya xwe ya ji bo hêzên kurd ên li Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêde bikin.

Di bangê de wiha hat gotin: “Piştgiriya Fransayê ya ji bo van hêzên kurdan, ji peywireke exlaqî jî wêdetir, ji bo ewlekariya me bi xwe ye. Divê Fransa dest ji hevalbendên xwe yên herî baş û pê bawer ên li herêmê bernede.”

Parlamenterên Fransayê diyar kirin ku biryara dawî ya serokê DYAyê Donald Trump a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê, gefên li ser hêzên kurdan zêde kirine û gefên serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkeriyê bi bîr xistin. Wekîlan gotin, “Her çend gelê tirk gelekî dost jî be, nêzîkatiyên netewperest, dîktatorî û paşverû yên hikumeta heyî rê li ber fikaran vedike.”

Wekîlan bang li dewleta Fransayê kir ku hîn bêhtir piştgiriyê bidin hêzên kurdan û ev daxwaz ji Fransayê kirin ku di çarçoveya ‘herêma li firîna balafiran qedexekirî’, ji bo kurdên li Sûriyeyê li asta navneteweyî bên ewlekirin, serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bê dayîn.

Û Herwiha di serî de li dijî êrîşên Tirkiyeyê (ku hêzên li Rojava tu carî gef li yekparebûna xaka tirk nexwarine, ya jî êrîş nekirine), ji bo her şert û mercî divê sîstema parastina hewayî ya operasyonî ji hêzên Rojava re bê dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin