43 sendîka û rêxistinên Kurdî ji Kerkûkê tên derxistin

43 sendîka û rêxistinên Kurdî ji Kerkûkê tên derxistin

Di berdewamiya hewlên dijatîkirinê û guvaşên li ser kurdan, Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê, Rakan Seîd Cibûrî mehek muhlet daye 43 rêxistin û sendîkayên Kurdî yên Kerkûkê, daku li vî bajarî nemînin.

A+A-

Seroka Liqa Kerkûkê ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, Hesîbe Ebdullah ragihand, “hêzeke serbazî bi şêweyekê nerewa bi ser avahiya rêxistina wan de girtine û daxwaz kirine, ku vê avahiyê vala bikin, daku bidin Yekîtiya Mamostayên Iraqê.”

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, 14 baregehên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê û 29 rêxistinên ser bi Herêma Kurdistanê ve yan bo baregehên serbazî hatine veguherandin an jî kirine geraca otomobîlan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin