Abit Gürses

Abit Gürses

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

40 sal berê, 40 sal paşê!

A+A-

 

Çil sal berê weka îro ordiya Tirka dest danîbû li ser îdareya Tirkiyeyê. Hingî ez 23 salî bûm, niha bûme 63 salî! Umrek derbas bû!

Darbeya eskerî li gor plan û programa xwe û bê mişkule (problem) pêk hatibû.

Ne ji aliyê partî û sîyasetên rejîmê, ne ji alîyê hêzên çep û rast ê Tirkan, ne jî rêxistinên Kurdan ve li hember darbeyê tu berxwedan çênebûbû.

Ji xwe General Kenan Evren jî piştî darbeyê çend caran got, ”em man acêb mayî ku tu berxwedan yan arqelê çênebû”.

Darbeya 12 Îlonê siyasetek antî-Kurd meşand. Xort û keçên Kurdan bi tohmetên giran hatin darizandin û cezakirin.

Bi deh hezaran Kadro endam û sempatîzanên rêxistinên Kurdan ku ji bo mafê milletê Kurd xebatê dikirin, hatin girtin, bi tohmet û sûcên xiyali hatin cezakirin

Hepsa Diyarbekirê, li îşkencexaneyên Erzerum, Elezîz, Wan, Bêdlîs-Rehwa, Seért gellek ên din da sîyasetmedar û şoreşgerên Kurd hatin îşkencekirin, hatin perçiqandin.

Ji bo Kurdbûna wan, wan pîs bikin, girantirîn işkence û heqaret li wan hat kirin.

Li Hepsa Diyarbekirê, şexsîyet, izzetî nefis, keramet û gurura insanên me xistin bin lingan.

Me gellek qehremanên xwe li wir wenda kir. Bi dehan kes li bin işkence hat kuştin. Bi dehan kes ji bo protestokirina zulma hepsê xwe şewitandin.

Ferhat Kurtay, Bedii Tan, Kemal Pir, Yılmaz Demir, Necmeddin Büyükkaya gellek ên din hatin kuştin.

Îdare eskeri bi navê berhevkirina çekan xelkê gundan bêzar kirin.

Zilma eskerên Tirk li hember xelqê Kurdan gihaşt arş û elayê!

Xeynê deh hezaran girtîyên sîyasî, bi hezaran kadro û endamên rêxistinên Kurdan li dinyayê belav bún.

Ew destûra esasî ya ku eskeran bi keyfa xwe li xelqê dabûn qebûlkirin bi çend guhertinan îro jî berdewam e.

Partiyên siyasi ya Tirkan ji dil nedixwastin/naxwazin destûra esasîyeke demokratîk bê çêkirin.

Bi derewa hevûdu dibin tînin lê tu gavekî hêja neavêjin.

Eger AKP û CHP bixwastana yan jî îro bixwazin dikarin destureke demokratîk amade bikin, bi xelqê bidin qebûlkirin.

Ji ber vê yekê sekna partiyên siyasî li hember rejim û destûra 12 Ilonê sexte ye!

Eger sexte nebana kê destê wan girtîye?

Hinek firsend ket destê AKP ew jî xwestin destura esasiya saltanatê çêkin!

Hetta Tirkiye hebûn û mafê milletê Kurd qebûl neke, nexe desturè xwe da. Destûra xwe li gor welatên Yekitiya Ewrupayê neguherîne nikare bibe demokrasiyek tewaw.

Do dîktatoriya askerî hebû, îro rejîmek çewa Tirkiyeyê idare dike?

Navê vê rejîmê çi ye?

Li ser derbeya eskerî ya 12 ilonê 40 sal derbas bûn, gelo îro rewşa demokrasiya Tirkiye çewa ye?

Tirkiyeya îro 11 Îlonê 1980'yî pêştir e, yan li paştir e!?

Bu yazı toplam 378 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin