4 senatorên Amerîkî bo New York Timesê: An Rûsya an sepandin!

4 senatorên Amerîkî bo New York Timesê: An Rûsya an sepandin!

4 endamên senatoya Amerîkayê ku di qadê berevanî û têkîlîyên derveyî da xwedî erkeke girîng in gotareke hevpar ji rojnameya New York Timesê ra nivîsîn.

A+A-

Di gotara hevpar a van 4 senatoran de hat gotin heke Tirkîyeyê sîstema S-400an a ku dikare F-35an daxîne bikire, di çerçoweya yasayî de her cure sepandin dê werin bicîhanîn.

Di gotara bi sernivîsa 'Tirkîye mecbûr e di nav Amerîka û Rûsyayê de bijartinê bike' da hat gotin ku heta dawîya vê salê Tirkîyê bibe xwedîyê ji S-400 an F-35an yek. Bes nikare di heman demê da bibe xwedîyê herduyan jî. Tercîha ku Serokomar Erdogan bike, di mijarên wekî 'cihê Tirkîyeyê li cîhanê, têkilîya wê bi Amerîkayê, cihê wê bi NATOyê da, encamên pir girîng û dîyarker derxîne holê.

Herwihahat gotin, kirrîna S-400an bike ku Tirkîye  sozên li NATOyê dayê wê binpê bike û şîyana pêkanîna operasyonên hevpar a  digel hevpeymanê kêmtir bike.

Ji ber ku sîstema wê ya radarê, fersendê dide Artêşa Rûsyayê ku hîn bike ka F-35an çawa dişixulin, kirrîna S-400an rîskeke wiha ye ku nayê qebûlkirin ku ev rîsk kir ku heftîya çûyî Pentagonê di derbarê F-35ên Tirkîyeyê da hin sînordarkirinê bike.

Di berdewamîya gotarê de hat gotin ku heke Tirkîyeyê S-400an bikire, bi çerçoweya yasaya bi navê 'Yasaya Têkoşîna li Dijî Neyarên Amerîkayê bi rêya Sepandinan' di nav hiqûqa Amerîkayê we sepandinan werin cîbicîkirin ku ev sepandin bikin ku aborîya Tirkîyeyê lawaz bibe û zizrarê bide aborîya cîhanê û zirarê bide sanayîya asîmanî û berevanîya Tirkîyeyê.

Hê zêdetir jî ti balafirên F-35an dê nekevin xaka Tirkîyeyê û Tirkîyeyê ji sîstema hilberîna perçeyên F-35an dê were avêtin. Tirkîye yek ji hevpeymana girîng a sîstema F-35an e lê ne ew endam e ku cihê wê nayê dagirtin.

Di dawîya gotarê de hat gotin Rûsya dixwaze Tirkîyeyê ji Rojavayê dûr bixe û Rûsya ne hevpeymaneke jidil e.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin