4 Polîsên Federalî li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin

4 Polîsên Federalî li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin

4 Polîsên Federalî li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin

A+A-

Li Hewîce ya ser bi Kerkûkê ve, 4 Polîsên Federalî di êrîşeke DAIŞê de hatin kuştin û 4 polîsên din jî birîndar bûn.

Li gor çend jêderên ewlehiyê, şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke Polîsa Federalî li bajarokê Hewîce yê li başûrê rojavayê Kerkûkê kirin.

Jêderan diyar kirin, di encama êrîşê de 4 Polîsên Federalî hatin kuştin û 4 polîsên din jî birîndar bûn.

Her çend e Iraqê di sala 2017an de serkeftina xwe ya li dijî DAIŞê ragihand, lê her car çekdarên DAIŞê li hin navçeyên cuda ên Iraqê êrîşî ser hêzên ewlehiyê dikin.

Pispor hişyariya wê didin, têkçûna DAIŞê û nemana deverekê di bin destê wan de, nayê wateyê ku DAIŞ bi temamî bi dawî bûye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin