4 partiyên kurdan, helwesta xwe ya ji bo hilbijartinan eşkere kir

4 partiyên kurdan, helwesta xwe ya ji bo hilbijartinan eşkere kir

4 pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî Hereketa Azadî, PAK, PDK û PSK bi daxuyaniyekê diyar kir ku di hilbjartina serokomariye de ew ê piştgiriyê bidin Demirtaşî. Her wiha 4 pêkhateyên Tifaqê got di hilbijartina parlamentoyê de alîgirên me azad in.

A+A-

Daxuyanî ev e:

 

"Di hilbijartinên 24ê hezîranê de em dengên xwe bi hişmendî û hesasîyeteke  netewî-demokratîk   bi kar bînin

 
Roja 24ê hezîrana 2018an  bi milyonan kes  ji bo ku serokkomar û endamên parlamentoyê diyar bikin ewê herin ser sindoqan. 


Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya di 2yê Gulana 2018an  de hatibû îlan kirin, di beyana xwe ya ji raya giştî ra gotibû ew dixwazin di hilbijartinan da tifaqeke berfirehtir çê bikin. Û ji bo çêkirina vê tifaqê jî ketin nava hewildanên cidî.


Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li ser esasê prensîbên siyasî yên daxwazên gelê me tarîf dikin, bi HDPyê û HUDAPARê ra hevdîtin pêk anîn. 


Weke ku pêştir  bi teferûat ji raya giştî ra hatîye eşkere kirin, HUDAPARê heta îro tu bersîv nedaye wê nameya ku radestî wan bibû.

 

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li gel   HDPyê gelek hevdîtin pêk anî û di encamê de li ser deklerasyoneke ji 6 xalan pêk hatî li hev kirin.


Lê belê, HDPyê  wan hevdîtinên ji bo tifaqê û wê  deklarasyona 6 xalî ya ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bi wan ra li hev kiribû tune hesiband û bi wê mitabaqatê re  sadiq nema. Navenda Giştî HDPyê di Danezana(Bîldîrge) Selahattin Demirtaş û di ya HDPyê  da cîh neda wan 6 xalên li hev kirî. Ji ber van sebeban jî tifaqa hilbijartinan çê nebû.


Pêknehatina tifaqeke berfireh a ku Tifafaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê ji xwe ra kiribû hedef, em ji bo gelê xwe weke  wendakirineke tarîxî dibînin.


Di  tûra (Gera) yekemîn de divê  em dengên xwe nedin namzetên serokkomariyê  yên Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Milet ê.


Hukûmetên AK Partîyê û Erdogan ji sala 2002an û vir da di meseleya demokrasîya Tirkîyeyê û di mesela Kurd da hinek gavên girîng avêtin

 
Lê belê di van salên dawî da Erdagan û partiya wî bi xwe dev ji vê siyasetê berdan û dîsa vegeriyan ser siyaseta  Dewleta Tirkîyeyê  ya kevn û  em bi îbret li vê sîyaseta AKPyê  temaşe dikin.


Serokkomar Erdogan  û hukûmeta AK Partîyê, piştî ku hewildana darbeya 15ê Temûzê şikest xwar, bi îlankirina  rewşa awarte û bi qerarnameyên di hukmê qanûnan da dengê muxalifan dibire, kesên wek wan  nefikirin  ji kar derdixe, birçî dihêle.


Desthilatdarîya AK Partîyê  meseleya Kurd wek meseleya “terorê” dibîne;  têkoşîna gelê me ya ji bo  maf  û azadîyan ya aştîyane û daxwazên kurdan yên esasî ji bo “beka dewletê” wek gefekê dibîne.


Ji têkçûna ‘’pêvajoya çareseriyê’’ û vir de  AK Partîyê daxwazên demokratîk û çareseriya siyasî tune hesibandiye. Temama siyaseta xwe li ser pîvanên ewlekarîyê dimeşîne. 


Ev du sal in AK Partîyê li ser meseleya kurd de , di çarçeweya maf û azadîyan da yek gotin negotîye. Ji xeynî  vê ve pişta xwe spartîye operasyonan û pesindarîya jimarên kuştîyan dike.

Dewleta Tirkîyeyê bi ziman û uslûba xwe ya  heqaretwarî ya li dijî Kurdistana Federe û li ser referandûma serxwebûnê, di hest û dilê gelê me da birînên kûr vekirin.


Ev bêtehamulî û helwesta hukûmeta AK Partîyê û  ya Erdogan ya li hemberî gelê me, , di nava kurdên ku dengên xwe  didin AK Partîyê da jî bû sebebê nerazîbûnê.
 

Wan gotinên  Erdogan, yên digotin “Vana ji xwe nizanin dewlet çi ye, heger em wanayê bigrin ewê îşê wan biqede...Ewê birçî bimînin birçî!”,  hîna jî  nehatiye ji bîr kirin.


Erdogan di dema operasyonên Efrînê de jî  bi zimanekî ku bi jimara kuştîyan fexir dibe derket pêş.


Wan gotinên ku AK Partî   îro tîne ziman û beyannameya wê ya hilbijartinan nîşan dide ku ev sîyaseta xeter ya ku tê meşandin dê di rojên pêş de jî berdewam be.


Ji ber wê jî, em bang li gelê xwe dikin û dibêjin dengên xwe  nedin wî Erdoganê  ku siyaseta resmî ya înkar û asîmîlasyonê dimeşîne.

 

Di navbêyna wan namzedên ku dibêjin “Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al” de ferqên mezin tune ye. Hin cudahiyên uslûbê di navbeyna wan de hebin jî, yek  ji wan jî  mafê netewî û demokratîk yê gelê me qebûl nakin. Loma jî divê gelê me di tûra yekemîn de dengên xwe nedin Muharrem İnce, Temel Karamollaoglu û bi taybetî jî nedin Meral Akşener û Doğu Perînçek .


Ev helwesta , di tûra duyemîn  ya hilbijartinên serokkomariyê da ewê destê kurdan xurtir bike, ewê bingehê wê yekê çêbike ku Kurd bikaribin bibin aktorekî esasî.


Li gel hemû şaşî û kêmasiyên wî jî di hilbijartinên serokkomariyê da emê dengên xwe bidin Selaheddîn Demirtaşê ku di rewşeke mexdûr da ye.


Selaheddîn Demirtaş, di  deklarasyona xwe ya hilbijartinê da cîh nedaye dîtinên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan yên di derbarê  çareserkirina meselaya Kurd û Kurdistanê. Cîh nedaye maf û azadiyên miletê kurd yên netewî û demokratîk . Ev yek ji bo me û ji bo pêkanîna daxwazên gelê me weke kêmasiyeke mezin derdikive pêş.


Lê belê Selaheddîn Demirtaş namzedekî serokkomariyê yê girtî ye.


Selaheddîn Demirtaş kampanîya hilbijartina serokkomariyê di rewşeke newekhev û di girtîgehê da dimeşîne, mecbûrî vê yekê bûye.


Em mexdûrkirina Selaheddîn Demirtaş ya bi vî rengî qebûl nakin û diyar dikin ku ev yek li dijî normên hûqûqî ye.
 

Di hevpeyvîneke nivîskî ya ku bi Selaheddîn Demirtaş ra hatiye kirin da, Demirtaş li ser biserneketina hevdîtinên di navbeyna Tifaqa Kurdistanî û HDPê da gotiye:
  “Ya rast, ez xemgîn bûm. Gerek HDPê ev tifaq miheqeq bikira. Lê belê divê meriv dev jê bernede. Yekîtiya di navbeyna kurdan da ne bes bi  hilbijartinan ve girêdayî ye. Ev yek ji bo azadîya gelê me mecbûrîyeteke tarîxî ye. Hemû partiyên me di vî warî da divê xwedî helwesteke fedekarane  bin. 
Di adara 2019a da ewê hilbijartinên mehelî çê bibin. Heta wê demê divê miheqeq tifaqeke xurt çê bibe û hemû hêzên kurd divê di wir da werin temsîlkirin.”


Em van gotinên Demirtaş muhîm dibînin.
 

Li ser pirsa HUDAPARê jî gotiye:
 

“Bi îdareya HUDAPARê ra di demên buhurî da ji ber kêmbûna diyalogê hin problem çebûn. Gelê kurd dixwaze êş û şaşîyên di tarîxa xwe ya nêz da rûdane çareser bike û di nava xwe da aştiyê pêk bîne, vêya arzû dike.”
 

Ev gotinên  Selaheddîn Demirtaş jî muhîm in.

Her wisa Selaheddîn Demirtaş banga agirbestê li PKKê kir,  xwest mesele bi rêyeke aştiyane û siyasî çareser bibe, piştgiriya xwe ya di vî warî da bi lêv kir.
 

Divê Selaheddîn Demirtaş li gorî van dîtinên xwe hereket bike, di xebatên xwe yên hilbijartinan da li gorî van dîtinên xwe tevbigere û cîh  bide daxwazên gelê me yên netewî û demokratîk.
 

Di nava namzedên serokkomariyê da Selaheddîn Demirtaş li nasnama xwe ya kurdîtiyê xwedî derdikve. Em vê jî digirin ber çavan. Ji ber van sedeman , li gel hemû şaşî û kêmasiyên heyî jî di hilbijartinên serokkomariyê da emê dengên xwe bidin Selaheddîn Demirtaş ê hatiye mexdûr kirin.


Di hilbijartinên parlamentoyê da endam û alîgirên me azad in.

 

Em di wê bawerîyê de ne ku, di hilbijartinên  Parlamentoyê  yên 24ê Hezîranê da, endam û alîgirên me ewê bi hesasîyetên netewî û bi hişmendiyeke Kurd û Kurdistanî dengên xwe bidin. Bi van bîr û bawerîyan  di hilbijartinên parlamenteriyê da em endam û alîgirên xwe  di dengdanê de azad dihêlin.
 

Heger hilbijartina serokkomariyê bimîne tûra duyemîn, emê berjewendiyên gelê kurd yên netewî- demokratîk û  pêwîstîyên ji bo pêkanîna azadî ,demokrasiyê  û edaletê bidin ber çavan;  û li gorî taahudên ku em ji namzedan bigirin emê hereket bikin.  Emê hewil bidin ku li gorî vê perspektîfê bi dor û bereke  fireh re biryareke hevbeş bidin.

 

Li gel rêzên xwe, em dixwazin van bîr û bawerîyên xwe bigihînin raya giştî.
13.06.2018

 

Hereketa Azadî, PAK, PDK, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin