38 şaredarên DBPê ji kar hatin dûrxistin; 36ê wê girtî ne!

38 şaredarên DBPê ji kar hatin dûrxistin; 36ê wê girtî ne!

Wezareta Hundir yê Tirkiyê îro ji bo şaredarîyên Wan, Mêrdîn, Dêrsîm û Sêrtê qeyyûm destnîşan kir.

A+A-

Hevserokê Şaredarîya Mêrdinê Ahmed Turk îro (17.11.2016) ji şaraderîyê hat dûrxistin di şûna wî de walîyê Mêrdînê Mustafa Yaman qeyyûm tayîn bû. Herweha şaredarê Wanê Bekir Kaya jî îro hat desteserkirin û di şûna wî de walîyê Wanê wek wekîl  hat tayînkirin.

Bi girtina şaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan cigîrê walîyê Sêrtê Ceyhûn Taşkin û bi girtina şaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bul cîgirê walîyê Dêrsimê Olgun Oner  qeyyûm hatin destnîşankirin. Ev herdu şaraderên bajaran di 16ê Mijdarê de hatibûn girtin û mahkeme ew tewqîf kiribûn.

Di hilbijartina şaredarîya 2014ê de 11 bajarên ku;  Dîyarbekir, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Heqerî, Bîtlîs, Dersim, Şirnex, Igdir, Agrî  DBP qezenckiribû tenê  îro ji wan 3 şaredar; Bitlîs, Igdir û Agirê  ji  alîyê şaraderên partîyê ve dihên birêvebirin.

Îro 36 hevşaredarên DBP girtî ne; yên ku ji kar hatine dûrxistin 38 in. Di derbarê 7 heserokên şaradaran de jî biryarê girtinê hene.

 Ji 106 şaraderên DBP ku qezenc kiribû 33ê ji wan qeyyûm hatin tayînkirin.

Her weha hat ragahandin ku Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek îro li Şirnexê hatîye desteserkirin. Hevseroka din Sebahat Tuncer berê hatibû girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin