3700 zarokên ji Serê Kaniyê ji xwendinê bêpar mane

3700 zarokên ji Serê Kaniyê ji xwendinê bêpar mane

.

A+A-

Xelkê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku piştî êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar koçber bibû û ji warê xwe dûr keti bûn, li kampên bajarê Hesekê û derdora wê hatin bicîhkirin. Niha ku dema xwendinê destpê kiriye, zarokên ku li kampa Serê Kaniyê dimînin, ji xwendinê bêpar in.

Rêveberiya Kampa Serê Kaniyê jî dibêje, ne Rêveberiya Xweser û ne jî rêxistinên alîkariyê ji bo perwerdekirina zarokên wê kampê ti alîkarî pêşkêş nekirine.

Xwendekar Cîhan Hesen eger li Serê Kaniyê ba dê niha pola sisiyan ba, lê Cîhan a ku temenê wê dibe 9 sal, ji mehekê pêve tevlî proseya xwendinê nebûye. Ew û 3700 zarokên xwendekar ên Kampa Serê Kaniyê ji dema ku ji bajarê xwe ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê di sala 2019 de derketine, ji xwendinê bê par in.

Xwendekar Cîhan Hesen dibêje: “Em hinekî çûn, derdora heftiyekê em çûn dibistanê li piştre hat girtin.”

Bavê Cîhanê, Mihyedîn Hesen jî got: çar zarokên min hene, her yek ji wan bi pirtûk û kelûpelên dibistanê, pêwistiya her yekî bi 100 yan 150 hezarî heye.”

Li gor amarên komîteya dibistanên koçberan, îsal derdora 700 zarokên din temenê wan dibe yê  derbasbûna dibistanan.

Berdevkê Komîteya Dibistanên Kampê ku beriya niha berdevkê perwerdê li Serê Kaniyê bû jî, dibêje ku ti rêxistin alîkariya wan di vî warî de nekirine, di demekê de ku pêwistiya kampê bi sê dibistanan heye, niha Rêveberiya Xweser hewl dide dibistanekê amade bike û grupa “Help Kurdistanê” yeke din amade dike.

Berdevkê Komîteya Dibistanên Kampê Mihemed Haco got: “Heta niha me xwendin nedaye destpêkirin ji ber ku alîkarî tune bû, ne yê xwecihî û ne saziyên derve, ev du salin ji dema ku Serê Kaniyê hatiye dagirkirin, zarokan xweşik perwerde ne dîtine.”

23500 xwedekar li bajarê Serê Kaniyê û gundewarê wê hebûn. Niha çar hezar xwendekar li kampa Waşûkanî bi dewameke nîvço rojê du demjimêran dixwînin û li kampa Serê Kaniyê dibistan tune ne û dest bi proseya xwendinê nehatiye kirin ku 3700 xwendekarin têde hene.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin