32 Partî: Dê îradeya gelê Kurd  bi ser bikeve û ti hêzeke nikare mafên Kurdan tune bikin

32 Partî: Dê îradeya gelê Kurd bi ser bikeve û ti hêzeke nikare mafên Kurdan tune bikin

32 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirin û nirxandina rewşa Kurdistanê piştî êrişên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên din li Hewlêrê civiyan û daxuyaniyek hevbeş belav kirin.

A+A-

Îro (22.10.2017) 32 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirin û nirxandina rewşa Kurdistanê piştî êrişên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên din li Hewlêrê civiyan û daxuyaniyek hevbeş belav kirin.

Di vê daxuyaniyê de, her 32 partiyên siyasî ji tevahiya pêkhateyan dan xuyakirin: Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev kirdarên sebazî yên Iraqê nabin defakto û demkî ne.

Naveroka daxuyaniyê bi vî awayî ye:

-Hemû aliyên siyasî tekezî li ser yekrêzî û yekdengiya hemû hêz û aliyên siyasî yên li Kurdistanê kirin û ji bo serkeftin û çareserkirina pirsgirêkan vê yekê weke zemîn dizanin.

-Em bi tundî êrişên serbazî û biryarên siyasî û aboriyên hikûmeta Iraqê, ku derheqê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêmê hatine encam dan, şemezar dikin û red dikin. Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev kirdarên sebazî yên Iraqê nabin defakto û demkî ne.

-Em bersivê didin banga civaka navnetewî û hevalbendên xwe em amade ne tevahiya pirsgirêkan bi rêya guftogayan çareser bikin û em her tim ligel wê yekê bûne. Lê mixabin aliyê Iraqê mantiqê serbazî ji xwe re hilbijartiye. Ji ber vê yekê jî em niha amade ne dest bi diyalogên bê merc û li gorî destûr û dûr ji siyasetên ferzkirinê bikin. Divê Iraq di çarçoveya naskirina mafên Kurdan de bê li ser maseyê gotûbêjan û ji bo vê mijarê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneritiya gelê Kurdistanê dike.

-Em weke aliyên siyasî bi tundî her hewldanên dixwazin du rêveberiyê ji nû ve zindî bike red dikin. Pêwîst e Herêma Kurdistanê bo her guftogoyên bi hikûmeta Iraqê re bê encamdan yekgirtî be.

-Giştpirsî mafeke destûrî yê gelê Kurdistanê ye û  em dev ji vê yekê bernadin û divê Iraq û civaka navdewletî ji ber wî mafî gelê Kurdistanê ceza neke.

-Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.

-Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.

-Em di dawiyê de slavên xwe pêşkêşî giyanê pak ên tevahiya şehîdên Kurdistanê û taybetî yên li Kerkûk, Xurmato û Xaneqîn dikin. Em têkoşîna pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê bilind dinerxînin û em rêzê ji wan digirin. Em silavên xwe pêşkêşî xweşk û birayên me yên bi zora hêzên iraqê koçberbûnê re jî dişînin.

-Di dawiyê de îradeya gelê Kurd dê bi serbikeve û ti hêzeke nikare mafên Kurdan tune bikin 

1- Partî Dîmukratî Kurdistan

2- Yekîtî Niştimanî Kurdistan

3- Hizba Şû'î Kurdistan

4- Yekîtî Netewî Dîmukratî Kurdistan YNDK

5- Hizba Zehmetkêşên Kurdistan

6- Hizba Sosyalîsta Dîmukratî Kurdistan

7- Partiya karkir û Rencderên Kurdistan

8- Tevgera Dîmukratî ya Gelê Kurdistan

9- Yekgirtûya Islamiya Kurdistan

10- Partiya Parêzgarên Kurdistan

11- Hizba Pêşketinxwaz ya Dîmukrat a Kurdistan

12- Tevgera Rizgarî Dîmukratî Kurdistan

13- Tevgera Aştîxwazên Kurdistan

14- Partiya parêzgarên Dîmukratî Kurdistan

15- Partiya Netewî Kurdistan

16- Tevgera Hevgirtina Siryanî

17- Hizba Dîmukratî Bêt Nehrên

18- Yekîtî Bêt Nehrên a Niştimanî

19- Hizba Dîmukratî Kildanî

20- Encûmena Netewî Kildanî

21- Rabîta Kildanî ya Cîhanî

22- Hizba Niştimanî ya Aşûrî

23- Tevgera Kiristiyanî Dîmukratî ya serbixwe

24- Partiya geşepêdana Turkman

25- Partiya Dîmukratî Turkman li Kurdistan

26- Komela Lîbralî Turkman

27- Komela Rewşenbîrî Turkmanî li Kurdistan

28- Partî Niştimanî Turkman

29- Yaneya Oçaxî Turkman

30- Tevgera Dîmukratî Turkman

31- Partiya Çaksazî ya Turkman

32- Bereya Rewa ya Turkmanî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin