30 rêxistinan derbarê Efrînê de nameyek ji YE re şandin

30 rêxistinan derbarê Efrînê de nameyek ji YE re şandin

.

A+A-

30 rêxistinên Kurdî û Sûrî derbarê Efrînê daxuyaniyek dan û daxwaz ji saziyên navdewletî kirin sînorekê ji binpêkirinên çekdaran re deyinin.

Sibe salvegera êrîşa li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê derbarê de 30 rêxistrinên Kurdî û Sûrî daxuyaniyek derxistin û têde nameyek ji aliyên navdewletî re şandin.

Ew rexistin Kurdî û Surî di nameya xwe de têde tekez kirin, ku rojane li dijî xelkê wê herêmê binpêkirinên cur bi cur têne kirin.

Wan rêxistinan eşkere kirin, hemû dekoment û raportên rêxistinên Netewên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî bi hûrî behsa binpêkirinên metirsîdar ên Tirkiyê û çekdaran kirine, lê ti sînorek ji wan binpêkirinan re nehate danîn.

Rêxistinên Kurdî û Sûrî daxwaz ji saziyên navdewletî kirin, bi erkê xwe yê yasayî û mirovî rabin û bi hemû awayekî zextê li Tirkiyê bikin, ji bo ku ji Efrînê derkevin. 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Sûriyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo beşdarî bultena Rûdawê bû û got ku rojane li Efrînê binpêkirin têne girtin.

Ebdulrehman Apo çekdarên li Efrînê weke “çete” bi nav kir û got: “Ew çeteyên li Efrînê ti peywendiyan bi şoreşê ve nîne. Ti şoreşger naçin xelkê nagire û zilmê li wan nakin, çete vê yekê dikin. Tirkiye û Îran wan bi kar tînin.”

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin