30 mîlyon kesên bi hunerê re eleqedar di nav zehmetiyê de ne

30 mîlyon kesên bi hunerê re eleqedar di nav zehmetiyê de ne

.

A+A-

Îsal vîrusa koronayê bandoreke mezin li her cureyê hunerê kir. Cîhê konser, şano û salonên muzîkê hatin girtin. Muzîkar, şanoger, sînemager betal man. UNESCO'yê daxuyaniyeke belav kir qala 30 mîlyon kesên di qada hunerî de dixebitin kir.

Yekem car par vê mehê li  Wuhana Çînê vîrusa koronayê derket. Ji wê rojê de hate niha li dinyayê li dor 80 mîlyon kes bi vê vîrusê ketin, li dor 1,8 mîlyon kesî jiyan0a xwe ji dest da. Û vîrusê bandor li hemû sektorê kir. 

Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bal kişand ser rewşa giran a çandê û xebatkarên wê. Dîrektora Giştî ya UNESCO'yê Audrey Azoulay bal kişand ser zehmetiyên vê qadê.

Vane hin xalên ji gotinên wê:

- Di sektorê çandê de 30 mîlyon kes dixebitin û ew di nav zehmetiyê de ne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye.

- Li dor 10 mîlyon kesên ji bo sînemayê dixebitin mimkûn e betal bimînin.

- Di 6 mehên ku konser nehatine li dar xistin de xisara vê qadê dor 10 mîlyar dolarî ye.

- Di qada navneteweyî de pasteya weşangerî dê sedî 7,5 kêm bibe.

- Xebatkarên muze û galeriyan jî di talûkeyê de ne; kesên li van deran dixebitin nîvê wan dê betal bimînin.

Diyarname.com


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin