3 roket li nêzîk firokexaneya Bexdayê ketin

3 roket li nêzîk firokexaneya Bexdayê ketin

.

A+A-

 Artêşa Iraqê ragihand, di demjimêrên destpêkê yên roja Înê de herî kêm 3 roket li nêzîkî binkeyeke leşkerî ya li nêzîkî Bexdayê ku hêzên Amerîkayê jî lê dimînin, ketine xwarê, lê hatiye ragihandin ku ti zirarên canî nebûne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “sê roket li derdora Firokexaneya Navdewletiya Bexdayê ketin”.  Yek ji wan li nêzîk Zindana Navendî ya El-Kerxê ket, ya duyem li nêzîk Akademiya Saziya Têkoşîna Dije Terorê, û ya sêyem jî li nêzîk baregeha Hêzên Bersivdana Bilez ket.

Daxuyanî amaje bi wê yekê dike, ku herî kêm dest bi ser pênc roketên din de hatiye girtin û “hêzên ewlekariyê dest bi ji hev cudakirina roketên nehavêtî yên li ser banê maleke vala kirine ku beriya 10 rojan hatiye kirêkirin.”

Heya niha ti grûp û aliyekî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye, lê Amerîka milîsên ser bi Îranê ve weke berpirsyarê wan corên êrişên berdewam dibîne.

Saziya Istixbarata Niştimanî ya Amerîkayê di raportekê de ku destpêka meha Nîsanê hat belavkirin, dibêje ku “milîsên ser bi Îranê ve gefeke serekî ne bo ser ewlehiya hêzên serbazî û personelên Amerîkayê yên li Iraqê”.

Piştî kuştina generalî Îranî yê Fermandarê Supaya Quds, Qasim Sulêymanî û fermandarê Iraqî yê milîsên Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis, êrişên li dijî hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan ên li Iraqê û herwiha êrişên li ser Balyozxaneya Amerîkayê û cihên dîplomatîk ên wî welatî yên li Iraqê zêde bûne.

Roja yekşembiya vê heftiyê jî di êrişeke roketî de bo ser binkeya asmanî ya Beled ku hêzên Amerîkî jî lê hene, du serbazên Iraqê birîndar bûbûn. Heftiya bihorî jî droneke bombekirî li nav Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê û li nêzîk binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bûbû sedema derketina şewatê di bînayekê de.

Niha 2,500 hêzên Amerîkayê li Iraqê hene û hikûmeta wî welatî biryar daye ku hêzên xwe yên neşerker ji wî welatî vekişîne.

Rûdaw
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin