3 partîyên Kurdî: Yekîtîya Netewî bi partîyên Kurdistanî çê dibe

3 partîyên Kurdî: Yekîtîya Netewî bi partîyên Kurdistanî çê dibe

PAK, PSK, PAKURD û Hereketa Azadî dibêjin ku Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) xwe weke partîyeke Tirkîyê pênase dike û lewma nabe “Komxebata Yekîtîya Neteweyî” ya li Amedê nûnertîya Yekîtîya Neteweyî Kurd nake.

A+A-

 

Aydin Bayram / Necmî Orta

Ligel Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdarîya 7 partî û firaksîyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê “Komxebata Yekîtîya Neteweyî” birêve çû.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partîya Maf û Azdîyan (HAKPAR), Partîya Kurdistanê (PAKURD) û Hereketa Azadî  tevli vê komxebata yekitîya neteweyî nebûn.

PAK: Dixwazin rê li ber tifaqeke rasteqîn a netewî bigirin

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê Mistefa Ozçelik derbarê “Komxebata Yekîtîya Neteweyî” li Amedê bi beşdarîya HDP û 7 partî û firaksîyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê de ragihand ku ew wê hewldan û civîna ku HDP û hinek partî û hereket dimeşînin,  weke hewldana tifaqa netewî nabînin.

Serokê PAKê Mistefa Ozçelik ji Rûdawê re dîyar kir ku HDP û hinek partî û firaksîyonên Bakurê Kurdistanê ji bo ku ew beşdarî  civîna wan bibin, bangî PAK û PSKê kirine, lê wan bi hev re daxuyanîyek  dan û dîyar kirin ku beşdarî civînê nabin .

Ozçelik destnîşan kir ku ew hewldan û civîna ku HDP û hinek partî û firaksîyonên dimeşînin,  weke hewldana tifaqa netewî nabînin û wiha pê de çû: “HDP ne partîyeke netewî û Kurdistanî  ye. Ev hewldan ji bo rê li ber tifaqeke rasteqîn a netewî bigrin tê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê mixatabê tifaqa netewî PAK,PSK,HAK-PAR, potansîyela PDKê ya li Bakurê Kurdistanê û  potansîyela Kurdên dîndar in.”

Serokê Giştî yê herwiha anî ziman ku ew weke PAK dixwazin tifaqa rasteqîn a netewî ya ku ji wan potansîyelan pêkhatî, bihûnin. 

PSK: HDP ji bo pêkanîna Yekîtîya Netewî ne amûreke guncaw e

Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek jî ji Rûdawê re derbarê beşdarnekirina wan a “Komxebata Yekîtîya Neteweyî” de got: “HDP ya ku pêşengîya komxebatê dike xwe weke partîyeke Tirkîyê dibîne. Ew bixwe dibêjin em ne partîyeke Kurdistanî, lê partîyeke Tirkîyê ne. Lewma di vê rewşê de HDP ji bo vê armancê ne amûrek guncaw e. Bêguman biryar biryara HDPê ye xwe çawa îfade bike. Ez vê yekê ne ji bo rexnekirina HDPê dibêjin, rastî ev e.”

Mesut Tek got ku ew xwe weke partîyeke Kurdistanî dibînin û wiha pê de çû: “Em weke partîyeke Kurdistanî ma dikarin ji çepên Tirkîyê re bibêjin weri em yekîtîye neteweyî ta Tirk pêk bînin. Ev ne karê me ye, lewma ev ji bo partîyên Kurdî pirsgirêk e.”

Weke sedema duyem jî Tek got: “Di hilbijatinên 24ê Hezîranê de me hewlda ligel partîyên din ên Kurdan tifaqê bikin, lê piştre ji Qendîlê nameyek bo HDPê hat û ew tifaq bi ser neket. HDPê di wê heyamê de li hemberî nameya Qendîlê ti helwesteke zelal nîşan neda û ew yek jî bû sedem ku bawerîya me bişkê.”

PAKURD: Nabe li Enqerê Tirkîyehez û li Amedê Kurdistanî bî

Endama Dîvana Serokatîya Partîya Kurdistanî (PAKURD) Leyla Arisoy jî ji Rûdawê re ragihand ku  “Komxebata Yekîtîya Neteweyî” li Amedê bi beşdarîya HDP û 7 partî û firaksîyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê weke tifaqa neteweyî ya Kurd nabînin û çimkî piranîya partîyên beşdarî komxebatê bûne sîyasete Tirkîyehezê xistine di nav bernameya xwe de.

Bi gotina Leyla Arisoy armanca wan a sereke ew e ku ji niha de ji bo egera hilbijartineke pêşwext tifaqa xwe pêk bîne û ew dibêje: “Em li dijî vê yekê ne. Em dibêjin Kurd milletek e, û divê di çarçoveya daxwazên neteweyî de bêne ba hev.”

Di berdewamîya axavtina xwe de Arisoy got: “Nabe li Enqerê Tirkîyehez û li Amedê Kurdistanî bî. Dibe herî zêde ew (HDP) dengê Kurdan werbigire, lê ew nayê wateya ku partîyeke Kurdistanî ye. AKP, CHP û MHP jî dengê Kurdan wedigrin, lewma ya girîng helwesta sîyasî ye. HDP, KCD û tevgerên nêzîkî wê di piştî bûyerên xendekan de li ber çavê Kurdan pêbawerîya wan nema û sîyaseta wan a Tirkîyebûnê têk çû. Niha jî pêwîstîya wan bi Kurdistanîyan û neteperwerên Kurdî heye. Dixwazin bi vê yekê dîsa di nav Kurdan de xwe bihêz bikin.

Hereketa Azadî: Yekîtîya neteweyî ligel kesên neteweperwer çêdibe

Alîkarê Serokê Hereketa Azadîyê Metîn Pîranî jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Yekîtîya neteweyî ligel kesên neteweperwer çêdibe. Kesên ku berê xwe didin Enqere, Şam û Tehranê re yekitî ne pêkan e.”

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin