3 kolber ji sermayê can dan!

3 kolber ji sermayê can dan!

Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê ragihand li devera Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê 3 kolber ji ber sermayê can dan.

A+A-

Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, duh êvarê 16ê Nîsanê karwanekî kolberên kurd li zozana Kanî Xudê ya bajarê Pîranşarê, ji ber sermayê qefilîn.

Li gorî agahiyan, 3 kolberên kurd ji ber sermayê canê xwe ji dest daye û 2 kolberên din jî ji aliyê welatiyan ve bi birîndarî hatin rizgarkirin.

Navê wan kolberên ku can dane, ev in: Husên Şemzade xelkê gundê Kanî Eşkewt (Pîranşar), Sîrwanê kurê Mam Ewla, xelkê gundê Musalan (Serdeşt), Yûsif Destûrî xelkê gundê Şînawê (Pîranşar).

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin