3 jinên li Egeyê xeniqîn xelkê Silêmaniyê bûne

3 jinên li Egeyê xeniqîn xelkê Silêmaniyê bûne

Berpirsê Federasyona Penaberên Iraqê li Stenbolê Kurde Yeşar da zanîn, ku 3 koçberên ku duh di Derya Ege de xeniqîne Kurdên Başûrê Kurdistanê bûne.

A+A-

Duh li navçeya Bodrum a bajarê Mûgla ya Tirkiyê belemeke koçberan li Derya Egeqê noq bû. Di belemê de 21 koçber hebûn û ji wan 3 jin xeniqîn, 18 kes jî hatine rizgarkirin.

 

Berpirsê Federasyona Penaberên Iraqê li Stenbolê Kurde Yeşar ragihand, ku piraniya wan koçberan xelkê Başûrê Kurdistanê bûne û hersê jinên ku xeniqîne jî xelkê Silêmaniyê bûne.

 

Kurde Yeşar got: “Navê kesên xeniqîne Arezû Tariq, Hewraz Tariq in ku ev herdu xwîşkên hev in, ji navçeya Derbendîxanê ne û herwiha jina din jî xelkê Silêmaniyê ye.”

 

Yeşar da xuyakirin, ku kesên hatine rizgarkirin niha ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatine binçavkirin û got: “Termê wê jina ji Silêmaniyê hê jî nehatiye dîtin. Ew ên Derbendîxanê jî 5 xwîşk û 2 zarok bûne û xwestine bi rêya qaçax herin Ewropayê.

 

Bi gotina Berpirsê Federasyona Penaberên Iraqê li Stenbolê ji ber vê bûyerê 6 qaçaxçî ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatine girtin.

 

Herwiha Kurde Yeşar ji bo peydakirina termê jina wendayî daxwaza alîkariyê kir û got: “Konsulxaneya Iraqê li Stenbolê bi ti awayî bersiva daxwazên me nedane û alîkariya me nake.”

 

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin