23 nûnerên kurdan ji bo Soçiyê hatine qebûlkirin

23 nûnerên kurdan ji bo Soçiyê hatine qebûlkirin

Hate ragihandin mêjûya Kongreya Diyaloga Nîştimanî bo 29-30ê Rêbendanê hatiye diyarkirin û dewletên garantor ji lîsteya 1490 kesan pêkhatî 23 nûnerên kurdan qebûl kirine.

A+A-

Li gor Spûtnîkê, çavkaniyeke şandeyeke ji civînên Astanayê ragihandiye ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê dê li Soçiyê 29-30ê Rêbendanê dê were lidarxistin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye ku aliyê rûsî lîsteyeke ji 1490 kesan pêk tê raber kiriye da ku beşdarî Kongreya Niştimanî ya Soçiyê û destnîşan kir ku dewletên garantor li ser 23 nûnerên kurdan jî li hev kiriye.

Herwiha çavkaniyê got, "aliyê rûsî lîsteyeke 1490 kesî ku kurd jî di nav de nehe raber kiriye û aliyê tirkî jî 23 nûnerên kurdan qebûl kirine ku wan gotiye divê lîsteyê vekolin lê nebûye sedema berteka wan."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin