2020: Ji Rojavaya Asyayê 20 fîlmên serketî, 2 jê Fîlmên Kurdî ne

2020: Ji Rojavaya Asyayê 20 fîlmên serketî, 2 jê Fîlmên Kurdî ne

.

A+A-

Diyarname.com

AMP'ê (Asian Movie Pulse) 20 fîlmên serketî yên salê yên Rojavayê Asyayê hilbijartin ku di nav 10'ê pêşî de 2 filmên derhênerên kurd hene. Du fîlmên kurdan ketine nava lîsteyê. 

Asian Movie Pulse (AMP) malpereke li ser fîlman, belgefîlman bi taybetî li ser Asyayê weşanê dike. Ew her sal lîsteyê diweşîne, ku îsal jî lîsteya xwe weşand. Du fîlmên kurdî jî ketin nava lîsteya wan a li ser Rojavayê Asyayê.

Ji wan yek fîlmê derhênerê kurd Ersîn Çelîk ê bi navê "Ji bo  Azadiyê" ye. Çelîk ligel Koma Fîlman a Rojava kişandiye li Kobanî ev fîlmên xwe kişandibû û mijara wî li ser têkoşîna li Sûrê hatibû dayîn e. Fîlmê ku heta niha li gelek welatan hat nîşandayîn ji  Festîvalên filman ên wekî Kolkata (Hîndîstan),  Rottedarm (Hollanda) li gelek cihên din hat nîşanandayîn. 

Malperê ji bo hilbijartina vî fîlmî gotiye "Fîlmekî şer ê serketî, xwedî taybetiyên agahdarkirin û taybetiyên dokumenterî" ye. Malper ku li ber fîlman ji kîjan welatî ye nivîsandine, ji bo fîlmê "Ji bo Azadiyê" li ber Kurdistan nivîsiye.

Fîlmê din ê derhênerê kurd jî fîlmê Rodî Guven Yalçinkaya "Momê" ye ku di rêza 8'an de cih girtiye.Malperê li ber vê Trikiye nivîsiye.

Ji Tirkiyeyê du fîlm ketine nava 10'ên serketî. Yê yekemîn fîlmê derhêner Ercan Kesal "Nasipse Adayiz" ku li Tirkiyeyê jî gelek xelat girtibûn. Fîlm di rêza 2'yemîn de cih girtiye. Fîlmê din jî ê derhêner Azra Deniz Okyay ê bi navê "Hayaletler" ku di rêza 6'an de cih girtiye. Okyay bi vî fîlmî li Antalyayê Xelata Porteqala Zêrîn girtibû.

Di serê lîsteyê de fîlmekî îranî heye: "Khatemeh". Fîlmê ku ji aliyê derhêner Hadi Zarei û Mehdi Zarei ve hatiye kişandiye belgefîlmekî ye û li gelek festîvalan xelat girtiye. 

Di 10'ên pêşî de ji bilî van 2'yên din ji Îranê. Em vê jî lê bikin: Di nav 20'ên serketî de 8 fîlmên îranî cih girtine. Her wiha di nav 10'ên pêşî de ji Kazakistanê du fîlm, ji Filistînê jî fîlmekî heye.

Va ne 20 fîlmên ku AMP'ê hilbijartine:

1. Khatemeh (Hadi Zarei, Mehdi Zarei, Iran)

2. You Know Him (Ercan Kesel, Turkey)

3. The Slaughterhouse (Abbas Amini, Iran)

4. Mariam (Sharipa Urazbayeva, Kazakhstan)

5. The End Will Be Spectacular (Ersin Celik, Kurdistan)

6. Ghosts (Azra Deniz Okyay, Turkey)

7. 200 Meters (Ameen Nayfeh, Palestine)

8. Momê (Rodi Güven Yalçinkaya, Turkey)

9. Yellow Cat (Adilkhan Yerzhanov, Kazakhstan)

10. There is No Evil (Mohammad Rasoulof, Iran)

11. Ulbolsyn (Adilkhan Yerzhanov, Kazakhstan/ France)

12. The Wasteland (Ahmad Bahrami, Iran)

13. Midnight Traveler (Hassan Fazili, Afghanistan)

14. Pari (Siamak Etemadi, Iran)

15. Careless Crime (Shahram Mokri, Iran)

16. Untimely (Pouya Esthehrdi, Iran)

17. Asia (Ruthy Pribar, Israel)

18. The Translator (Rana Kazkaz and Anas Khalaf, Iran)

19. Sweetie you Won’t Believe it (Yernar Nurgaliyev, Kazahkstan)

20. The Death of Cinema and my Father (Dani Rosenberg, Israel)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin