20 kesên doh hatibûn desteserkirin, hatin berdan

20 kesên doh hatibûn desteserkirin, hatin berdan

Doh na pêr, bi navendiya Amedê, di derbarê 158 kesan de biryara desteserkirinê derketibû û bêtirî 100 kesên ji siyasetmedar û rojnamevanan pêkhatî hatibûn desteserkirin. Îro 20 kesên ji wan hatin berdan.

A+A-

Doh na pêr bi çarçoveya lêkolînên bo dosyeya PKK/KCKê 80ê ji wan ji Amedê zêdetirî ji 100 kesên ji siyasetmedar û rojnamevanan pêkhatî hatibûn desteserkirin ku Hevserokê HDPê ya lîqa Amedê Şerîf Camcı û rojnamevan Abdurahman Gök û dayîkên aştiyê jî tê de bûn.

Hate ragihandin 20 kesîn ji wan, piştî lêpirsîna li Emniyetê, hatine berdan.

Hate ragihandin, lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve, li ser giliya şahidê nepen ê bi bernavê 'fîrar' dane destpêkirin û di derheqê 158 kesan de, biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Bi vê hilkeftê jî zêdetirî 100 kes bi operasyoneke berfireh hatin desteserkirin.

Hat gotin lêpirsînên Hevserokê HDPê yê Şaxa Amdê Şerif Camcı, rojnamevan Abdurahman Gök, Kibriye Evren, Semiha Alankuş, Esra Solin Dal, Lezgîn Akdeniz û Cihan Ölmez û gelek kesên din, hê jî berdewam in. 20 kes ji wan jî beyî hewceyî sewkî dozgeriyê bikin, ji emniyetê hatine berdan.

Herwiha, ên di mala wan de lêgerîn hatine kirîn û nehatine dîtin ku bêne desteserkirin, bo zeftkirina wan, xebat berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin