2 xortên kurd li Swêdê hatin kuştin

2 xortên kurd li Swêdê hatin kuştin

Li bajarê Uddevalla yê Swêdê 2 xortên kurd û keçeke din di bûyereke biguman de hatin kuştin û hîna jî sedema kuştina wan nezelal e.

A+A-

2 xort û keçek şeva şemiyê di bûyereke nezelal de hatin kuştin. Yek ji wan xortan navê wî Alan Ferec (21 salî) e û yê din jî navê wî Rewend Ezîz e ku temenê wî 22 sal bû. Herwiha keçik jî 18 salî bû û hevala Rewend bû.

Xelkê wî bajarî rastî tirsekê hatine û dibêjin eger ji me re biqede emê herin li bajarekî din bijîn.

Roja duşemê polîsên wî welatî 2 kes girtin, ku birayê hev in û wek tohmetbarê kuştina wan 3 kesan niha di girtîgehê de ne.

Beriya niha Rewend Ezîz li ser şer û pevçûnan ji aliyê polîs ve hatibû girtin, lê biryaê wî Rendî Ezîz dibêje kes dijminê Rewend nebû.

Vê bûyerê kurdên wî welatî dilgiran kiriye, lê polîs dibêje heya lêkolîn bi dawî neyên ew ti encaman belav nakin.

Polîsê bajarê Uddevalla ragihand: “Jibilî wan herdu birayên girtî, gumana me ji kesekî din jî heye ku destê wî di wê bûyerê de heye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin