2 xort ji ber stranên Kurdî hatin desteserkirin

2 xort ji ber stranên Kurdî hatin desteserkirin

Ew herdu xort ji ber ku stranên Kurdî digotin, duh şev hatine desteserkirin

A+A-

Ew herdu xort ji ber ku stranên Kurdî digotin, duh şev hatine desteserkirin.
Li Taxa Taksim a Stenbolê, du xortên Kurd ku stranên Kurdî yên evîndariyê digotin, hatin desteserkirin.
 
Li Cadeya Istiklal a Taksimê, şeva bihorî weke her car du xortên Kurd mijûlî gotina stranên Kurdî yên bi navê "Sebra min" û "Xerîbî" bûn û hin kes li derdora wan kom bibûn û guh dabûne stranên wan.
 
Piştî demekê otomobîleke ven ku çend kesên sivîl têde bûn, ji otomobîlê hatin xwarê û hişyarî dan wan xortên Kurd û piştre herdu xort desteser kirin.
 
Li gor zanyariyên Rûdawê, navê wan xortan Zana Zendo û Serhat Çelîk e.
 
Desteserkirina wan xortên Kurd ji ber xwandina stranên Kurdî, li ser medyaya civakî rastî berekên nerazîbûnê hat.
 
Bikarhênerên medyaya civakî girtina wan xortên Kurd rexne kirine û gotine, bi dehan kes bi zimanên cuda li Cadeya istiklal a Stenbolê disekinin û stranên bi zimanên ciyawaz dixwînin, lê tenê xortên ku stranên bi Kurdî dibêjin, rastî destwerdana hêzên hikûmetê dibin.
 
Li ser medyaya civakî herwiha rexne li wê yekê hatiye girtin, ku stranên Kurdî di demekê de li Stenbolê tê qedexekirin ku nêzîkî 5 milyon Kurd li wî bajarê Tirkiyê dijîn.


 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin