2 ciwanên Êzdî jî ji dest DAIŞê hatin rizgarkirin

2 ciwanên Êzdî jî ji dest DAIŞê hatin rizgarkirin

Berpirsê ofîsa rizgarbûyên revandiyên êzdî Hisên Qaîdî ragehand ku, keç û kurekî kurdên êzdî ji nav xaka Sûriyê hatin rizgar kinin û vegerînin nav malbata wan.

A+A-

Berpirsê ofîsa rizgarbûyên revandiyên êzdî Hisên Hisên Qaîdî ji K24ê re ragehand ku, ew keça hatî rizgar kirin bi navê Nûra Bekir re, temen 19 salî li gel 12 endamên malabata xwe ji bajarê Sinûnê berî 4 salan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.

Berpirsê ofîsa rizgarbûyên revandiyên êzdî da zanîn ku, ew keç û kur li bajarê Reqayê bûn û piştî hatin rizgar kirin giheştine nav malbata xwe .

Herwiha Hisên Qaîdî rexe li hikûmeta Iraqê kir ku, heta niha bi ti awayî alîkariya ofîsa wan nekiriye taybet jî li Bexda û Mûsilê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin