1emîn Konferansa Navdewletî ya Cenosîda Kurdên Êzdî hate lidarxistin

1emîn Konferansa Navdewletî ya Cenosîda Kurdên Êzdî hate lidarxistin

Di çaremîn salvegera karesata Şingalê de îro li Hewlêrê derbarê jenosîda li hember Kurdên Êzdî konferansek tê sazkirin.

A+A-

Yekemîn Konferansa Jenosîda Kurdên Êzdî ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê û Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Revandî yên Êzdî ve hatiye organîzekirin. 

 

Di destpêka konferansê de Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyên Revandî Xeyrî Bozanî axivî û got ku Jenosîda li ser Kurdên Êzdî bidawî nebûye û berdewam dike.

 

Bozanî got: “Başe civaka navdewletî ji çi ditirse ku heta niha ev tawana li hember Kurdên Êzdî wek jenosîd nas nekiriye? Mixabin hêj em dibêjin cenosîd berdewam e. Lewma em daxwazê dikin; civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê û rêxistinên mirovî zêdetir bi erkê xwe yê exlaqî û mirovî ya li hember Êzdiyan rabin. Şingal wek herêmeke şer û leşkerî nemîne, ji mayînan were paqijkirin.”

 

Xeyrî Bozanî da zanîn, ku di êrîşa DAIŞê ya 3ê Tebaxê de  zêdetirî 6 hezar Kurdên Êzdî hatibûn revandin û got: “Zêdetirî 6 hezar û 400  keç û jin û zarokên Kurdên Êzdî hatine revandin. Terorîstên DAIŞê 2 hezar û 500 sivîl kuştin. Ji bilî wê heta niha 62 gorên bi kom jî hatine dîtin. 68 cihên ayînî yên êzdiyan hatine teqandin.2  hezar û 800 zarok ji dayik û bavên wan hatine cihêkirin. Zêdetirî 360 hezar kes jî koçber û derbider bûn, ku niha jî di kampan de di şert û mercên zehmet de dijîn. Zêdetirî 100 hezar kes penaber çûn derveyî welat.”

 

Bozanî amarên derbarê revandiyan de eşkere kir û diyar kir“Heta niha 3 hezar û 311 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û ji wan 2 hezar û 11 kes ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî ve hatine rizgarkirin. Lê hê jî 3 hezar û 102 kes jî wenda ne.”

 

Nûnerê Kurdên Êzdî da xuyakirin: “Kesên hatine revandin bi dare zorê ol û baweriya wan hate guhertin. Destdirêjî li ser keç û jinan kirin, hatine kirîn û firotin. Dest danîne ser mal û milkên Kurdên Êzdî û sivikatî bi wan, bi bîr û baweriya wan hate kirin. Mejiyên zarokan hatine şuştin û zarok ji bo karên terorîstî hatine perwerdekirin.”

 

 

Bozanî daxwaz kir, ku ew kesên destê wan di kuştina Kurdên Êzdî de hebin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve werin cezakirin û xwest ku xelkê Şingalê jî were qerebûkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin