19 partî piştgirî dan referandûmê

19 partî piştgirî dan referandûmê

19 nûner û berpirsên bilindên partî û aliyên siyasiyên derveyê Parlemen li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiyan.

A+A-

Di 10.06.2017 li Selaheddînê bi mebesta nirxandina biryara diyarkirina roja birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û her wiha danustandina bîr û ramanên di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê, 19 nûner û berpirsên bilindên partî û aliyên siyasiyên derveyê Parlemen li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiyan.

Di vê civînê de amadebûyan piştî guftûgoyekî têr û tije û li ber çav girtina rewşa navdewletî û wan qurbanîdan û ezmûnên gelê Kurdistanê li xebata xwe da hebuye, bi tevahî piştgîriya xwe ji bo proseya referandûm û biryara diyarkirina 25 Îlona 2017 ya referandûmê ragihand.

Partiyên beşdarbuyên civînê tekez li wê yekê kirin ku hemû şiyanên xwe ji bo serxistina referandûmê dixineger, daxwaz jî kirin ku nûnerên wan û rola wan li komîte û karubarên birêveçûna referandûmê de hebe.

Serokê Herêma Kurdistanê jî wê yekê ji bo amadebûyên civînê ronahî kir ku biryara birêveçûna referandûmê babetekî dîrokî û yek alîbûnê ye û peywîste bi jiyana take kesê xelkê Kurdistanê ve û hêvî jî xwest hemû aliyek bi awayeke girseyî ve beşdar bibin.

Partîyên ku bêşdarî civînê bûne ev in

- Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê
- Tevgera Demokrata Gelê Kurdistanê
- Partiya Neteweyî ya Kurdistanê
- Tevgera Aştîxwazên Kurdistanê
- Partiya Pêşketinxwazên Demokratên Kurdistanê
- Tevgera Rizgariya Demokrata Kurdistanê
- Partiya Bet Alnahreyn Aldemoqratî
- Partiya Alatihad Aldemoqratî Alkildanî
- Serokê Encûmena Neteweyî ya Kildan
- Partiya Niştîmaniya Aşûrî
- Yekîtiya Bet Alnahreyna Niştîmanî
- Mînbera Demokrata Kildanî
- Tevgera Demokrata Turkmen
- Tevgera Turkmenî Bêlayen
- Partiya Demokrata Turkmenî Kurdistanî
- Komeleya Rewşenbîrî ya Turkmenên li Kurdistanê
- Partiya Gelê Turkmen
- Komeleya Lîberalî Turkmen
- Partiya Rizgariya Neteweyî ya Turkmenî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin